Nivîsar

Gelo dengê xwe bidim kî? ji bo çi?

Ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê li Tirkiye û Kurdistana Bakur gotubêjin berfireh têne kirin. Her kesek dengê xwe bide li gora xwe hinek tiştan wek pîvan digre û dengê xwe dide.Eger mirov vekirî bêje, hinek dengên xwe tenê ji bo berjewendiya xwe yên keseyatî û malbata xwe didin. Hinek dengên xwe ji bo xizmeteke hesanî didin, yan rêya gundê wan tuneye , yan ava gund tuneye kî soza çêkirina rêya wan yan jî anîna ava wan bide dengên xwe didin wan. Hinek ji bo pirsa ewlehiyê ku bikaribin xwe yan jî malbata xwe biparêzin dengê xwe didin. Ji ber ku li herêma Kurdistanê tehdîdek du alî li ser jiyana xelkê heye. Yanî bi awayek din hinek ji tirsa xwe deng didin. Li herêmên tirs, hukuk, yasa lê tunebe piranî ji bo hinek sedeman mecbur dimînin dengên xwe didin.Ji aliyek din birek insan hene ku, bandora mercên civakî gelekî li ser jiyana wan ya rojane çênabe, ew li gora îdeolojiya xwe denga didin. Kijan partî nêzikî dîtina wan be dengê xwe didin.Aliyek jî tenê di civatê de ji bo xwe bide nîşandan rengê dengê xwe ji berî herê ser sendoqa eşkere dike. Lê di rastiyê de mimkine tiştekî bêje û dengê bide tiştek din. Ev kes ne bi gelî istiqrarin û li gora nebza civatê diaxivin û dawiyê de jî wek xwe dikin. Ji xwe dixweyê ku yê partiyan jî dixapînin ev beşe.Li gora her insanekî pîvanek heye. Gelek hene ji AKPê acizin tenê ji bo vê dengê xwe didin HDPê, berevajîya vê jî heye.Lê eger kesayetek kurd welatparêz tenê berjewendiyên gelê xwe û pêşeroja miletê xwe bifikirê, di pêvajoya ku em têre derbas dibin , aliyêk ku dilek rihat dengê xwe bidiyê tuneye.Ti kesek nikare bêje eger pîvan berjewendiyên netewî be, divê mirov dengê xwe bide filan yan jî filan partiyê. Di qonaxa niha de tu partiyek bi gotar û projeyên xwe nebûye bersiva daxwaziyek netewîyên Kurda. Başe dema pîvan berjewendiyên netewî be, dê mirov çewe dengê bide aliyekî ku xusarê bi kiryar û siyaseta xwe dide tevgera azadixwaz a Kurdistanê?Gelo sibehî Selahatin Demirtaş bibe serokkomar û HDPê bi serê xwe bibe iktîdar, dê ji bo neteweyê Kurd çi destkeftin hebe? Dê Kurdistanek serbixwe bê damezirandin? Dê Kurd di hemû warî de li gora îrada xwe ya serbixwe biryara çarenûsê xwe bide? Dê ji bo kurda û Kurdistanê çi bibe? Nabe HDP li gora çend gotarek popûlîst bê nirxandin. Siyaset li Qendil tê afirandin.Eger berevaciya vê gotinek hebê bila bê gotin. Rêya rastiyê li kurda winda nekin. Mirovek dengê xwe bide kîjan partiyê di pêşerojê de şirîkê hemû gunehên wan e. Tu dengê xwe bidî partiyekî bi mêranî siyaseta wan biparêze û xwe şirîkê xêr û gunehê wan bibîne.Analîz/N.D. Firat

Back to top button