Civak

Gelek şervanên di nava Artêşa Azad de Tirkin

Li Tirkiye di navbera AKPê û CHPê de li ser Arteşa Azad a Suriye minaqeşeyên mezin çêdibin. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu digot nabê em navê Artêşa Azad li gel navê Artêşa Tirkiye bi kar bînin û heta radeyekî hinek di nava Artêşa Azad de wek rêxistinên “terorist“ û hevalbendên “El aide“ bi nav kirîbû.Li himber vê serokkomarê tirkiye Tayib Erdogan helwestek tund dabû xûyakirin ku gelek wesfê Artêşa Azad dabûn ew wek “Kuwayê Milliye“ bi nav kirîbûn.Niha jî hate tesbît kirin ku gelek kes ji Tirkiye û hemwelatiyê Tirkiye di nava Artêşa Azad de şer dikin. Hêjmara van kesa gelek e.Li gora nûçeya  rojnama Yeni Şafak ew kesê ala Tirkiye li girekî daçikandî ji bajarê Rizê yê ye û di nava Artêşa Azad de şer dike.

Back to top button