Polîtîk

Gelê Kurdistanê tenê serxwebûnê dixwaze

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Herêma Kurdistanê dibêjin êdî dem hatiye ku em ji Bexda re bêjin ku gelê Kurdistanê tenê serxwebûnê dixwaze.Endamê Desteya Serokatiya Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê, Belên Ebdilah ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêguman pêgeha Herêma Kurdistanê li ser asta cîhan û navçeyê pir pêşkeftiye. Gelê Kurdistanê ti omêdî û baweriya wan bi Iraqê nemaye û wek mafekî xwe yê rewa daxwaza serxwebûnê dikin, lewma jî pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê pirojeya serxwebûna Kurdistanê pêşkêşî Bexda bikin û jê re bêjin êdî xelkê Kurdistanê nikarin di çarçoveya Iraqê de bijîn û tenê xwesteka wan serxwebûn e. Herêma Kurdistanê êdî xwedî pêgeheke bihêz e li ser asta navçeyê û cîhanê, herwiha ji gelê cîhanê re jî eşkere bûye gelê Kurdistanê gelekî aştîxwaz e.”Ji aliyê xwe ve, Mamosteyê Zanîngehê û Pispor di warê yasaya destûrî de, Rencber Cemîl Şêxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Di şerê li dijî DAIŞê de eşkere bû ku Herêma Kurdistanê xwedî gelek hevpeymanên navdewletî ye û eger serxwebûna xwe rabighîne dê welatên bihên bi hêsanî bi wê serxwebûnê razî bibin û li ser asta navdewletî bi giştî îtîraf pê were kirin, ji ber ku êdî Iraqeke yekgirtî venagere û Iraq tenê li ser nexşeyê yekgirtî maye û êdî perçe bûye. Herwiha serkirdatiya Kurdistanê jî gihîştiye wê baweriyê ku êdî serxwebûn baştirîn çareserî ye ji bo Kurdan.Li ser asta navçeyê jî niha baştirîn dem e bo serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku Şam di nava kirîzeke mezin de ye û Bexda jî bêhêz e û nikare bibe asteng ji serxwebûnê re. Ligel Enqere jî berjewendiyên me yên aborî hevbeş hene û dê îtêrafê bi serxwebûnê bikin. Ez bawer im Tehran jî nabe rêgir ji serxwebûna Kurdistanê re. Li ser asta navxwe jî eger rêkeftineke giştî çênebe, ya baş e ku PDKê bi rola xwe ya dîrokî rabe.”

Back to top button