Polîtîk

Çekdarên PYDê bi zora şervana kom dike

Berpirsê Encûmena Navxweyê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarê Kobanê ragehand ku, çekdraên PYD li  Kobanê dest bi kampîna girtina ciwanan bajêr ji bo leşkeriya bi zorê kiriye.Di daxuyaniyeke taybet de bo BasNewsê Berpirsê Encûmena Navxweyê ya ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ebdo Elûş ragehand ku, çekdarên PYDê li bajarê Kobanê dest bi kampîna girtina ciwanan bo leşkeriya bi zorê kiriye.Berpirsê ENKS da zanîn ku, Asayîşa Leşkerî ya ser bi PYDê ve bi ser malan û bazaran de digre û ciwanan desteserdike û wan dibe navendên xwe yên perwerdekirina leşkerî û bi zorê wan tevlî rêzên xwe dike.Aşkere kir ku, kesên wan ciwanan digrin bi regez Erebin û ji derveyî bajarê Kobanê ne.Elûş amaje bi yekê jî kir ku, derbasbûna sînorên Tirkiyê ji aliyê Kobanê ve zehmet bûye û eger derfet revê hebe nîvê welatiyan wê birevin, lê PYD sînor asê kirine daku, kese nereve.Di dawîya daxuyaniya xwe de bo BasNewsê berpirsê ENKS daxwaz ji PYD kir ku, van kiryarên yê ku, ne di xizmeta gelê Kurd de ne rawestîne.  

Back to top button