Gabro: “xaînek” di xizmeta pîroz de

Leşkerbûn/kirin li Turkiyê mecbûrî ye. Kesên nijada wan Kurd e anjî ne Mihemedî ne û eskerî kirine, dikarin ji navê pirtûkê jî pirsê fêm bikin.

Li Turkiyê bi giştî cihê artêşê weke “Ocaxa Pêxember” û kirina leşkeriyê jî “wezîfeya pîroz” binav dikin. Lê dema kesên nijada wan ne turk in diçin leşkeriyê bi şîddetê têne beramberî hev. Biçûkxistina wan, peyvên bê exlaqî li dijî wan, dayik, bav û nijada wan dibe beşek ji jiyana rojane. Gelek kes seqet tên hiştin?!!

Em Kurd di dema kirina eskeriyê de, ji aliyê etnîkî ve dikevin bin zextê. Lê weke ku di pirtûka lehengê çîrokê “Gebro” jî xuyanî dike, Suryanî ji aliyê etnîk û ola xwe dikevin bin tadeyiyê. Nijadperestiya turka pir eşkerê di dema belavkirina wezîfeyan de xuyanî dike.

Mirov here leşkeriyê jî, dîsa “xaîn” e.  Ji mirov re dibêjin xaîn û mecbûrîkirina leşkeriya xwe dikin.  Û zilm li mirov tê kirin. Dema ev rastî tê dîtin, baş fêm dike ku çi eleqata cihê artêşa Turkiyê bi “ocaxbûna pêxember”, anku “Mihemed û Mesîh” tune ye. Ji xwe ji bo kesekî wekî “Gebro” ku gundî ye û Mesîhiyek bi bawer e, fêmkirina pirsê dijwartir dibe.

Çîroka “Gebro” ku li Midyadê dest pê dike, li Kayserî û Agiriyê bi dawî tê, bi li hemberî zilmê nêzîkbûna însanî nîşanî mirov dide. Hewildanên serleşkerê wî ku dixwaze mizgeftekî ava bike û li aliyê din malê dewletê talan dike û ji kêfa eraqê dur nakeve, beşek balkêş e.

Pirtûka “Gabro” ji aliyê nivîskarê Suryanî, Fehmi Bargello ve hatiye nivîsîn. Di demek wisa ku li Turkiyê niqaşa demokrasiyê tê kirin, dikare bala mirovan bikşîne ser bê edaletiya di nava artêşê de. Di eslê xwe, hayê gelek kesan ji vê zilmê heye. Lê ji bo Kurd û xelkên Mesîhî zêde nebûye mijara romanan. Pirtûk weke romanek dokumenterî hatiye nivîsîn û ji bo Suryaniyan gavek nû ye.

Aliyê mîzahî ku di pirtûkê de hatiye bicîhkirin, rengê Mesîhiyên Torê eşkere nîşan dide. Dema serleşker pê dihese ku “Gabro” Mesîhî ye, dixwaze bi rêya wezîfedayînê û rûşwetê wî sinet bike. Hewildan û axaftinên “Gabro” dikare bibe mijara fîlmekî komedî.

Her wisa di wextê wezîfepirsînê de, dibe muzîkêr û enstrûmentek pir giran li ser milê dikin. “Gabro” ji bo ku xwe ji wezîfeya enstrument û muzîkê rizgar bike, diçe nexweşxanê û xwe nexweş dinîvisîne. Çîroka wî û nexweşxanê, nenaskirina nexweşiyan mirov têr dikenine.

Di pirtûkê di gelek deveran de qala hevaltiya xwe û ya kurda dike. Her çiqasî serleşkerên xirab pir bin jî, mîsalekî ji yê baş jî dide. Hewildana wî ji bo pêşxistina baweriya di nav wî û hevalên wî û serleşkerekî baş, hinekî “nêrîn û nêzîkbûna Mesîh li mirovan bi erênî” dihêne bîra mirovî.

“Gabro” di dema eskeriya xwe de, her çiqas di bin zilmê de be jî, nasnameya xwe înkar nake. Di romanê de kesek din ku nijada xwe Suryanî ye, lê naxwaze xwe eşkere bike, nîşan dide. Û hêrsa xwe li hemberî helwêsta wî ya şaş dihêne zimên. Dibêje ku, bavûkalên wan bi sedan sal in li ser xaka xwe ne, divê ew li nasnameya xwe xwedî derkevin û vê rastiyê bêtirs bihênin zimên.

Romana “Gabro” îsal li Swêdê ji çapê derket. Bi Swêdî ye û têra xwe bi kêşar e. Kesê ku dest bi xwendina pirtûkê bike dê nikaribe ji dest xwe deyne û hetanî dawiyê berdewam bike. Kesên bixwazin pirtûkê bidest bixwînin dikarin bi rêya komeleyên çandî yê Suryaniyan bi rêya nasên xwe bidest bixînin.

 

 

 

EuroKurd News /Gabar Çiyan

Nerîna min :