Îroj

13'ê Berfanbar

13’ê Berfanbar

Di sala 1947’an û di rojekî wekê îroyê de ji aliyê Împeratoriya Osmaniyan ve Parêzgeha Kurdistan hatiye damezrandin.

Li gorê parêzgeha Kurdistan : Li navenda parêzgeha Kurdistan Amed û  lîwayên wek Wan, Muş û Colemerg û her wiha bajarokên wekî Cizîr û Mêrdîn jî girêdayiyê Kurdistanê bûn.

Di destpêkê de ji bo navenda parêzgeha Kurdistan bajarê Axlatê hatiye pêşniyar kirin lê ji diyarkirina salnameyan ji bo demekî drêj Amed bû navenda Kurdistanê. Her wiha bajarên Wan û Muş jî demekî bûn navenda parêzgaha Kurdistanê.

Li gor salnameya 1849’an Parêzgeha Kurdistan lîwayê Amed ( Diyarbekir ) û bajarên Muş, Wan, Colemerg û Cizîr bûn. Lê piştî çend salan bajarê Colemerg digel bajarên Wan, Mêrdîn û Cizîr cûda bûn û bi serê xwe bûn Parêzgehekî. Piştî demekî navê parêzgah jî bû Wan.

Back to top button