Fûzeyeka ji Îranê hatî avêtin li hewayê hate teqandin

Fûzeyeka ji Îranê hatî avêtin hewade hate teqandin parçeyên fûzeyê li Dîlokê ketin xwarê.
Fûzeya balîstîk a ji Îranê ve hatiye avêtin û hatiye tespîtkirin ku ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve diçe, ji aliyê hêzên parastina hewayî ya NATOyê ve hatiye îmhakirin; Hin parçeyên vê fûzeyê li Dîlokê ketine zeviyên vala û di bûyerê de ti kes nemiriye.
Wezareta Bergiriya Tirkiye ragihand ku, mûşekek balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve diçû, ji aliyê hêmanên parastina hewayî û mûşekan ên NATOyê ve hatiye bêbandorkirin. Hat ragihandin ku hin perçeyên mûşeka ku hatiye rûxandin li Dîlokê ketine zeviyên vala.
Wezareta Bergiriyê derbarê mûşekek balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê de daxuyaniyek da. Wezaretê ragihand ku mûşek ji aliyê hêmanên parastina hewayî û mûşekan ên NATOyê yên ku li Rojhilatê Deryaya Spî bicîh bûne ve hatiye bêbandorkirin.
Daxuyaniya Wezareta wiha ye: “Mûşekek balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê ji aliyê hêmanên parastina hewayî û mûşekan ên NATOyê yên ku li Rojhilatê Deryaya Spî bicîh bûne ve hatiye bêbandorkirin.”
Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser pabendbûna Tirkiyeyê bi aramiya herêmê kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tirkiye girîngiyek mezin dide têkiliyên cîrantiya baş û aramiya herêmî. Lêbelê, li dijî her gefê li ser ax û qada hewayî ya welatê me, dê hemî gavên pêwîst bi biryardarî û bê dudilî werin avêtin.”
Daxuyaniya yekem a ji Enqerê derbarê bûyerê de ji Serokatiya Ragihandinê hat. Daxuyaniya jêrîn ji aliyê Rêveberê Ragihandinê Burhanettin Duran ve hat weşandin: “Moşekek balîstîk ku ji Îranê hatiye avêtin û ber bi welatê me ve diçe, di wextê xwe de ji aliyê hêmanên parastina hewayî û mûşekî yên NATOyê ve li asîmanên navçeya Şahînbey a Gazîantepê hat bêbandorkirin. Di bûyerê de tu qurbanî an birîndar tune bûn.
Pêşveçûn ji destpêkê ve ji aliyê hemû saziyên me ve bi baldarî hatiye şopandin; tedbîrên pêwîst ên parastin û ewlehiyê tavilê hatine sepandin. Di vê çarçoveyê de, hemû yekîneyên me yên têkildar, di serî de Wezareta Bergiriyê bi tevahî hevrêz tevdigerin. Îrade û kapasîteya dewleta me ji bo parastina qada hewayî û ewlehiya sînor a Tirkiyeyê di asta herî bilind de ye.
Girîng e ku rageşiya li herêmê bêtir zêde nebe û pevçûn li qadeke berfirehtir belav nebin. Em careke din bi tundî hişyariya xwe ji hemû aliyan, bi taybetî Îranê, dubare dikin ku ji kiryarên ku ewlehiya herêmî dixe xetereyê û sivîlan dixe xetereyê dûr bisekinin.
Di vê pêvajoyê de, em ji welatiyên xwe û rêxistinên medyayê dixwazin ku agahiyên nepiştrastkirî yên ku dikarin di nav raya giştî de panîkê çêbikin belav nekin…” “Em bi tundî ji wan dixwazin ku ji naveroka ku dezenformasyonê dihewîne hesas bin; û tenê xwe bispêrin…” daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên me yên fermî ve hatine dayîn.”


