Di nav du mehan de hevsengî guherî: AK Partî di anketan de bilind bû, CHP jî ket.

Her çiqas nîqaşên li ser hilbijartinên pêşwext li Tirkiyeyê berdewam dikin jî, rapirsînên raya giştî di nav derdorên siyasî de bi baldarî têne şopandin. Ji rapirsîna dawî ya ku ji hêla Türkiye’nin Fikri(Ramana Tirkiye) ve hatî kirin encamek balkêş derket holê. Rapirsîn nîşan da ku rêjeya dengên AK Partiyê zêde bûye, lê CHP li gorî pîvana du meh berê kêm bûye.
Di rapirsînê de ji beşdaran hat pirsîn, “Ger vê Yekşemê hilbijartinek parlementoyê were kirin, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”
ENCAM:
- AK Partî: %33.2
- CHP: %31.7
- Partiya DEM: %7.2
- MHP: %6.5
- İYİ Partî: %4.4
- Partiya Yekitiya Mezin: %4.2
- Partiya Zaferê: %3.6
- Partiya Refah: %2.3
- Partiya Mifte: %1.6
- Partiya Saadet: %1.5
- TİP: %1.4
- Yên Din: %2.4
Li gorî encaman, AK Partî bi %33.2 di rêza yekem de, CHP jî bi %31.7 di rêza duyem de bû.
Di rapirsîneka ku ji hêla heman şîrketa lêkolînê ve du meh berê hatibû kirin de, encam cuda bûn. Di wê pîvandinê de, CHP bi rêjeya 33.9% di rêza yekem de bû, û AK Partî jî bi rêjeya 29.6% di rêza duyem de bû.


