Fransa: Ji bo dabînkirina aramiya Herêma Kurdistanê em xwedî biryar in

Nûnerê Fransa yê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Nicolas de Riviere, ragihand ku welatê wî ji êrîşên Pasdarên Şoreşa Îranê yên li dijî Hewlêrê nîgeran e.
Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya di derbarê êrişên Amerîkayê yên li ser Iraq û Sûriyê dest pê kir.
Di civînê de nûnerê Fransa yê li Encûmena Asayişa Navdewletî (KENY) Nicolas de Riviere, daxuyaniyek da û ragihand ku welatê wî ji rewşa Rojhilata Navîn dilgiran e û ew di têkoşîna li dijî êrîşên terorîstî de şirîk û piştevanê Amerîkayê ye.
Riviere diyar kir ku Fransa di şerê li dijî terorê de piştgiriya rayedarên Iraqê dike û diyar kir ku ew bi biryar in li Iraq û Herêma Kurdistanê aramî, aştî û ewlehiyê pêk bînin.
Riviere amaje bi êrîşên li ser Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Em êrişên li dijî Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Fransa herwiha li hember êrişên Pasdarên Şoreşê yên li ser Hewlêrê nîgeran e”.