Civak

Ensarîoglu: Windakirina ziman windakirina nasnameya neteweyekî ye

Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Salim Ensarioglu ku ji ber nîqaşên Şêx Seîd ji İYİ Partiyê veqetiyabû, banga dersên hilbijare yên Kurdî kir.

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salim Ensarîoglû got: “Windakirina ziman windakirina nasnameya neteweyekî ye”. Têkildarî vekirina dibistanan di heyama duyemîn de, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev bang li malbatan kir.

“Li dibistanên me ji îro pê ve dewreya duyemîn destpê kir. Bi vê minasebetê ji hemû zarok, malbat û mamosteyên me re serdemeke xweş û serkeftî dixwazim.
Xwedê aqilê we zelal bike.

5-6-7-8. Zarokên me yên polên seretayî mafê dersên hilbijartî yên kurdî (kurmancî û zazakî) hene.
Pêvajoya hilbijartina dersa hilbijartî ya sala Perwerdehiyê ya 2023-2024an dest pê kir. Roja dawî ya ku hûn tercîhên xwe bikin 12 Sibat, 2024 e.

Ez ji gelê me daxwaz dikim ku zarokên wan dersêa zimanê Kurdî hilbijêrin. Bila zimanê xwe bêpar nehêlin. Werin em nehêlin zimanê me winda bibe û zarokên xwe ji van dersan bêpar nehêlin. Wendakirina ziman windakirina nasnameya neteweyekê ye. Werin em bi zarokên xwe re pêşî li vê windabûnê bigirin.”

Back to top button