CîhanRojev

Fransa: Diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê qonaxeke yekalîker e

Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Rodolphe Richard di twîtekê de diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve wek ‘qonaxeke yekalîker’ bi nav dike.

Rodolphe Richard li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir: “Destnîşankirina roja hilbijartinên Parlamentoyê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve, qonaxeke yekalîker e. Girîng e ku hemû saziyên pêwendîdar û hêzên siyasî hevahengiyê bikin ji bo rêkxistina proseyeke hilbijartinê ku rêz li rêsayên navdewletî bigre.”

Back to top button