Polîtîk

Fransa daweteke vekirî pêşkêşî Serok Barzanî kir

Li roja în 24.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pêre li gel Laurent Fabius Wezîrê Derveyê Fransa civiyan. 

Li vê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û pêşketinên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û hilbijartinên pêş yê Iraqê hate nirxandin.

Li destpêka civînê de Wezîrê Derveyê Fransa silavên François Hollande Serokê Fransa bi Serok Barzanî gihand û her wiha ji bo bilindbûna asta peywendiyên siyasî û aborî û çandî ya di navbera her dû welatan xweşhaliya xwe jî derbirî.

Li beranber de Serokê Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û silav û rêzên xwe ji bo François Hollande Serokê Fransa bi Wezîrê Derveyê Fransa ragihand û Wezîrê Derveyê Fransa jî vexwend ku serdana Herêma Kurdistanê bike. Serok Barzanî sûrbûna Herêma Kurdistanê ya ji bo berev pêşbirina peywendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê dûpatkir. 

Li vê hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Fransa ragihand ku welatê wan vexwendineke vekirî ji bo Serok Barzanî heye. Rewşa asayîş û pêvajoya demokrasiya li Iraqê û pêvajoya Sûriye û rola Kurd li paşaroja Sûriye û konferansa Cenev 2 mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button