Polîtîk

Kurdistan û Gurcîstan zêdetir nêzîkî hevdû dibin

Îro în 24.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pêre li gel Irakli Garibashvili Serok Wezîrê Gurcîstanê û şandekî li gel ku ji Wezîrê Derve û Wezîrê Aborî ya welatê Gurcîstanê pêkhatibû civiya. 

Li vê kombûnê da ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Siruştiyên Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li gel Serok Barzanî bûn, peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Gurcîstanê û pêşketinên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê hate nirxandin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Wezîrê Gurcîstanê daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiya li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê aborî de bi Serok Barzanî ragihand. Her peywîst bi vê behsê her dû aliya tekez li wê yekê kirin ku peywendiyên di navbera her dû welatan bê berfireh kirin û Serok Wezîrê Gurcîstanê amadehiya welatê xwe nîşan da ku bi navê guftûgokirina li ser çawayiya hevkarî û pêşxistina peywendiya her dû aliyan şandekî taybetî dişîne Herêma Kurdistanê.

Back to top button