Polîtîk

Kurdistan dê sala 2015 an jî beşdarî bike

Li roja în 24.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pêre bi cûda cûda li gel Mîroslaw Pudext Birêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Korbenda Aboriya Cîhanî û Raşîd Xanuş Serokê Tevgera Neheze ya welatê Tunis civiya.

Li civînê de Mîroslaw Pudext Birêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Korbenda Aboriya Cîhanî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir ji bo beşdarîkirina wan ya cara duyema li vê Korbenda Aboriya Cîhanî û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bi berdewamî û li sala pêş de jî beşdarî li vê konferansê bike.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pêre li gel Raşîd Xanuş Serokê Tevgera Neheze ya welatê Tunis civiya. Li vê kombunê da rewşa siyasiya Tunis ya li piştî guherîna sîstema hukimranî hate behskirin û pêvajoya siyasiya Iraqê bi giştî û parêzgeha Enbar bi taybetî hate nirxandin. 

Li vê hevdîtinê de Raşîd Xanuş daxwaza xwe nîşanda ku serdana Herêma Kurdistanê bike. Li beranberda Serok Barzanî got: “Bi xweşhaliyê ve li Kurdistanê em pêşwaziya we dikin.

Back to top button