Firokeyeke Tirkiyê otomobîleke PKKê kir armanc

Firokeyeke Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li nahiya Jarawe li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên K24ê, firokeyeke Tirkiyê otomobîleke li nêzîkî pira Heso li nahiya Jarawe bombebaran kir, tê gumankirin ku çekdarên PKKê tê de bin.

Heta niha ti zanyarî derbarê encama bombebaranê de nayin zanîn.

Nerîna min :