PolîtîkRojev

Naveroka konferansa rojnemevanî ya herdu serokan!

Roja 29.08.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nivîsîngeha xwe ya li Hewlêrê, li gel birêz Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê, pêşwaziya birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa û şanda li gel kir.

Li civînê de, rewşa giştiya Iraq û navçeyê, kongreya alîkarî û hevbeşiya li Bexda ku doh bi beşdariya hejmarek ji serkirde û berpirsên bilindê welatên cîranên Iraq û navçeyê û Serok Macron birêve çû, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransa û warên alîkariyên hevbeş, metirsiyên teror û gefên Da’îş û rûbirûbûna wê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa Sûriye û pirsa Kurd hate guftûgo kirin.

Serok Macron ji bilî balkişandina bi peywendiyên dêrînên Fransa û gelê Kurdistanê, berdewamiya piştgîrî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir, her wiha pesna Herêma Kurdistan û rola Pêşmerge û Serok Mesûd Barzanî ya li têkşikandina Da’îş da kir.

Li civînê de pesna piştgîriya berdewamiya Fransa li Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser girîngiya karkirin û hemahengiya li gel Fransa û civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê bi taybetî, her wiha rola erêniya Fransa û hewlên wê yên bi navê asayîş û aramiya navçeyê da, bilind hate nirxandin.

Rewşa koçber û penaberan û pêkhatên li Herêma Kurdistan û Iraqê, girîngiya bi cîhkirina rêkeftina Şingalê û rêxweşkirina bi mebesta vegerandina koçberan ya ji bo navçeyên wan, mijareke dinê civînê bû ku têda birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serok Wezîr û hejmarek ji berpirs û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa, li aliyê Fransî jî birêz Wezîrê Derve û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên dîplomasî û serbazî û Balyozê Fransa li Bexda û Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Piştî civînê jî Serok Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron, li civîneke rojnamevaniya hevbeş da ji bo rojnamevanan behsa naveroka civîna xwe kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de got:

Êvara we baş,

Xweşhalîn ku li Hewlêr pêşwaziya Serok Macron dikîn. Bi navê gelê Kurdistanê ve bi germî bixêrhatina cenabê we ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dikîn.

Cenabê Serok gelek bixêrhatin.

Li civîna me ya îro de, me behsa peywendiyên her du aliyan kir, rewşa siyasî û emnî li Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê me guftûgo kir. Di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û pêşbîniyên paşerojê de me danustandina bîr û ramanan kir. Me tekez li ser pêşxistina peywendiyên xwe û berfirehkirina hevbeşî û alîkarî û berdewamiya piştgîriya Fransa ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da kir.

Li vê rewşa hestiyar da û di demek da ku Iraq ber bi pêncehemîn xula hilbijartinên niştimanî ve diçe, serdana Serok Macron ya ji bo Bexda û Hewlêrê gelek watedare û peyameke zelal ya berdewamiya piştgîriya Fransaye ji bo proseya demokrasiya li Iraq û Herêma Kurdistanê. Em bi pêzanîn û girîngiyeke mezin ve li vê serdana wan dinêrîn.

Cenabê Serok, we rola serekî û yek alîker ya li komkirina serkirdeyan û encamdan û serxistina kongreya lûtkeya Bexda de hebû. Gelek spas ji bo wê destpêşxeriya girîng û ji bo piştgîriya cenabê we ya li Iraqê. Hêvîdarîn encama kongreyê bibin sedema aramiya Iraq û navçeyê bi awayeke giştî û bi berdewamiya hewl û piştgîriya cenabê we, nakokî û kêşeyên navçeyê, hêvîdarîn çareser bibin.

Wekî bîranîneke pêwîst, gelek spasî helwest û rola Serok Macron ya li çareserkirina aloziyên payîza 2017 ya li gel Bexda û vekirina dergehên guftûgoyên siyasî û dîplomasiyê bi rûyê Herêma Kurdistanê da dikim. Hevkariya cenabê we, Hewlêr û Bexda guftûgoyê destpêkirin û hevdû têgihiştin û aramî dirust bû.

Me li Iraqê pêwîstî bi yarmetiye ji bo rûbirûbûna Da’îş ku hê jî li Iraq û navçeyê û cîhanê jî metirsiyeke rasteqîne. Pêwîstiya me bi yarmetiya ji bo çespandina aramiya bihêzkirina demokrasî û çalakkirina sazî û damezraweyên dewletê, yên ji çaksazî û pêşketinê, ji bo beşdarî û hevbeşiya pêkhatan li desthilat û birêvebirina welat da heye, ji bo bihêzkirina pêkvejiyan û ji bo wê yekê hemû pêkhat bi taybetî Krîstiyan û Êzdî hest bi bawerî û piştrastiyê li vî welatî da bikin.

Ji bo wê yekê çavê me li berdewamiya karê pêkveyî û piştgîriya Fransaye wekî hêzeke bi bandor û endamê hemdemî ya li Encumena Asayîşa Navdewletî ku pêgeh û roleke çalak heye li ser asta cîhanê li rûbirûbûna terorê û bandorên guhertinên keşûhewayê de.

Li warên aborî û uze û enerjî û bazirganî, kultûrî, akademî û zanistî û pêwîstiyên dinê welat da, Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin hevbeşeke başê Fransa bin. Kompanyayên Fransiyan dikarin beşdariyeke bihêz li pêşxistin û geşkirina kar û projeyên li Herêma Kurdistan û Iraqê de bikin û dikarin veberhênan û sermayeguzariyê bikin, li vî derbarî de hemû piştgîrî û hêsankarî li Herêma Kurdistanê da tê dabîn kirin.

Dûbare cenabê Serok gelek bixêrhatî Herêma Kurdistan û Iraqê.

Mêrsî.

Serok Macron li gotara xwe de got:

Spas… Gelek spas ji bo vê guftûgoyê, li gel cenabê we û Serokê Parlemen û Serok Wezîr û Cîgirên Serokê Herêmê, gelek spas ji bo hemû aliyek. Birastî ji aliyê min ve girîng bû ku li gel we da bim û xweşhalim jî li Hewlêrim.

Dostayetiyeke taybetî li navbera Fransa û Kurdistanê da heye. Gelê Kurd dostayetiyeke bihêz li gel gelê Fransa heye. Ev peywendiye civakî û çandî ya xwe hebû, bi taybetî jî dema serbazên me hatin vir û mil bi milê hêzên Pêşmerge û asayîşa Iraqê bûn û hemahengiyê kirin, ew peywendî bihêztir bûn.

Dikarim bibêjim serbazên me li gel HSD jî roleke baş dîtin. Îro careke din hevsoziya gelê Fransa min ji bo Serok Barzanî dûpat kir û min piştrastiyê li berdewambûna me ya li hevkarîkirina li şerê dijî Da’îş da kir, ji bo wê yekê ku Da’îş li tixûbên Iraq û Sûriye serîhilnede, ji ber ku ev şer peywendîdare bi asayîşa Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û Ewrûpa jî.

Herêma Kurdistanê camêriyê nîşan da beramber wan koçber û penaberên li Sûriye û navçeyên dinê Iraqê ve li Êzdî û Sûriyan rû li navçeyê kirin. Fransa jî li gel we da bû li yarmetîdana koçberan. Fransa camêr bû li wê hevkarîkirinê û li rojên paşerojê da jî hevkariya hikûmetê digihîne, nexweşxaneya qurbaniyên kîmyabarana Helebçeyê. Li vî derbarî de hemahengiya me berdewam dibê.

Doh jî ji bo Serok Wezîrê Iraqê min dûpat kir ku pêwîste peywendiyên me ber bi berjewendiya xelkê bê, bi taybetî jî hemû hewlek bidîn bi navê koçber û penaberên vir da. Li babeta Şingalê da jî Herêma Kurdistanê li ser hêl bû, êdî li gel Hikûmeta Iraqê jî bi me hemûyan hewla dirustkirina bingeheke wiha ne ku wî xelkî vegerînîn ser warên xwe. Ji bo Krîstiyanan jî bi heman awayî li destê me bê encam didîn ji bo vegerana wan. Li babeta Rojava jî bi heman awayî li gel we dibîn bo ku ew xelk vegerê ser warên xwe. Bi giştî jî girînge keşêkî aştevayî li navçeyê da dirust bikîn. Em li gel aramiya navçeyê yîn û li gel ewe yîn aştî bê bi dest xistin.

Girînge lehengên vê navçeyê ji bo vê mebestê pêkve kar bikin, ewên doh li konferansê da beşdar bûn, Serok Wezîrê Iraqê û berpirsên dinê welatan, bi girîngiyê ve hemahengiyê ji bo rûbirûbûna terorê bikin û rola Kurd jî li ber çav bê girtin ku we roleke girîng li vî warî da heye. Gelek xweşhal bûyîn ku îro li gel Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Wezîr Mesrûr Barzanî civîyayîn.

Di demeke nêzîk da jî li gel hêzên Pêşmerge dicivim, dixwazim wefaya Fransa ya ji bo we û dostên we, bi giştî ji bo Kurdan piştrast bikim.

Gelek spas Serokê Herêm, Gelek spas ji bo we.

Back to top button