Fîlmê Saddam Hisên tê kişandin

Fîlmê Saddam Hisên, ku ji aliyê derhêner David Seidler û Halkawt Mustafa ve hatiye amadekirin, wê balê bikşîne ser 8 mehên ku Saddam çawa xwe veşartiye.
Fîlmek li ser dîktatorê Iraqê Saddam Hisên tê kişandin.
Senaryoya fîlm ji alî senarîstê fîlmê ‘Axaftina Qral’ David Seidler û derhênerê belgefîlma ‘Saddam Hisên veşêrin’ Halkawt Mustafa hatiye nivîsandin.
Li gor nûçeya NTV, fîlm wê li ser çîroka xweveşartina Saddam Hisên û cotkarê Iraqî Ala Namik ê ku ew veşartibû, raweste.
Ev rojên ku Saddam Hisên piştî desthilatdariyê 8 mehan di çalek binerd de veşartî bû, wê bibe fîlm. Saddam Hisên ê ku li bajarê Tikrît yê Bexdayê di kunek biçûk de ji aliyê cotkar Namik ve hatibû veşartin, di sala 2003’an de hatibû girtin û di sala 2006’an de hatibû îdamkirin.
Halkawt Mustafa, ku derhêneriya fîlmê Saddam kiriye, got ku wî û Seidler sê salên dawî senaryoya vî fîlmî nivîsandine. Wî got ku herdu jî bi biryar in ku ev çîrok li şûna nêrîna asayî ya Hollywoodê, ji nêrîna Namik bê vegotin.
Mistefa got: “Ez naxwazim li ser ajanê CIA yê ku peywira dîtina Saddam Hisên girtiye ser xwe fîlmekî çêbikim”.
Cotkar Namik ê ku Saddam veşartibû, cara ewil di belgefîlma “Saddam Hisên veşartiye” de axivî. Belgefîlm wê di 1ê Kanûnê de cara ewil di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Behra Sor de bê nîşandan.