Nivîsar

Hilbijartinên Herêmî: Kî çi dike ?

Pêvajoya kifşkirina berbijêrên şeredariya destpêkiriye. Her pertiyek li gora xwe bi awayekî berbijêrên xwe destnîşan dike. Hinek berbijêran rasterast ji nawenda partiyan destnîşandikin û hinek jî di nava endamên partiya xwe de rapirsînekî çêdikin û li gora wê jî berbijêrên xwe destnîşan dikin. Lê rastiyek din jî heye ku, piranî berbijêr bi xwe dikevin di nava çalakiyekî de û gelek hewlên cur bi cur didin ku bibin berbijêrên partiya xwe. Di vê derbarê de halxweşîya maddî jî rolek taybet dileyze. Gelek kes vê yekê red dikin , lê rastiyek a jiyana siyasî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ye.

Li bajarên Tirkiye wek Stanbul, Enqere, Îzmîr, Edenê û Mersînê, AKP û CHP li ser dengên Kurda dileyzin û ji bo vê yekê jî di nava pêwendiyên cuda de ne, hinek nehînî û hinek jî vekirî vê yekê dikin. Ya balkêş ewe ku dixweyê ti sûd ji hilbijartinên herêmî yên ji berî niha nehatiye wergirtin. Ji ber ku, pêwendiyên ku têne kirin ne li ser nirxek etîk in û gelek cara daxûyaniya berpirsekî partiyan di derbarê pirsa Kurd de wek pîvan tê dîtin. Yanî wek her demî popûlîzim rolek mezin dileyze.

Di rastiya xwe de, dema kurd aliyek siyasî li Tirkiye binirxînin, gerek ji berî her tiştekî dîtina wan li ser pirsa Kurd bizanibin û heta wek îro di derbarê Kurdan de kî çi kiriye bê zanîn û ev wek pîvanekî bê wergirtin.

Lê mixabin helwesta aliyên ku kaşo Kurdin ji vê yekê dûr e. Li Tirkiye rewş ev e. Lê ka li Kurdistanê kî çi dike û pêvajo çewe bi rêve diçe. Li Kurdistanê bandora HEDEPê heye. HEDEP dixwaze partîyên Kurda yên ji derê xwe, li dora xwe kom bike. Gelemperî ev yek pêkaniye jî. Lê partiyên li derdora HEDEPê kom bûne li ser çi bingehî pêwendî li gel HEDEPê danîne jî gelekî vekiriye. Yanî tu nirxek siyasî di van pêwendiyan de tuneye.

Ji aliyek din partî û rêxistinên ji derê Tifaqa HDPê ji bilî HAK PARê ne xwedî helwestek zelalin. Kêmasî heta niha tu helwestek nedane diyarkirin.  Lê em dizanin ku, di dema hilbijartinên giştî de, cardin piraniya partiyên Kurda xwe li dora Partiya Çep a Kesk (PKK) danhev û hinekan parlementî wergirtin û soz dan yên din jî ku, di hilbijartinên herêmî de hinek şeredariyan bidin wan.

Tenê HAK-PAR, Partiya Demokrata Kurd (PDK) û Tevgera Azadî bi hevre daxûyaniyek derxistin û helwesta xwe diyarkirin. Herweha  têzanin ku ji bo tifaqê hevdîtin di navbera PAK û Partiya Çep a Kesk de jî çêbûn lê negihatin encamekî.

Niha di hilbijartinên herêmî de aliyên di nava Tifaqa HEDEPê de kifşe dê çi bikin. Lê gelo aliyên derveyê vê Tifaqê dê çibikin hêja nehatiye diyarkirin.

Wek din ji bo AKPê û CHPê dengê Kurdên li metropolan gelekî girîng e û ji bo vê jî hewldanên hinek tifaqa hene.

HEDEP li gel AKPÊ hevdîtin kirin û daxwaziyên xwe gihandin wan. Lê dixweyê baweriya AKPê û Erdogan li HEDEPê naye. Lê CHP cardin dixwaze li gel HEDEPê tifaqê pêkbîne. Ev yek dê wek carên din nehînîbe yan eşkerebe nayê zanîn. Lê dibêjin ku dê vê care eşkere bê kirin. Bê guman ev tifaq eşkerebin, dê babetek din ya gotubêjan di siyaseta Tirkiye de destpêbike.

Lê li bajarên mezinên Tirka hêdî ji bilî HEDEPê kurdên din jî xwedî bandorin. Aliyên ku li gel HEDEPê hewldana dikin, vê rastiyê jî dizanin. Eger  kurdên ji derê HEDEPê biwêrin bikevin nava civaka Kurd  û rastiya siyaseta PKKê ji xelkêre bêjin, bibin xwedî helwest û bi cesaret bê ku xwe veşêrin aliyên Tirk re pêwendiya li ser bingehê berjewendiya doza xwe deynin, dê rewş ber bi guhertinekî ve here.

Gerek taybetî PKKliyên şermok, ewên di pişderiyan de PKKê rexne û tawanbar dikin û di civatan de wesfê siyaseta PKKê didin, xetera herî mezin li ser siyaseteke Kurdistanî û kurdewariyê peyda dikin. Gelek girînge ku, ev kesayet bêne deşîfre kirin. Hilbijartinan de PKK û IYI Partiyê pişgiriya heman berbijêrê serokkomariyê kirin. Lê ev helwest nehat rexnekirin. PKK hertiştekî ji bo xwe mûbah dibîne lê ji bo aliyek din heman tiştê dike tawanbarî.

Kurd bi Kurdeyatiya xwe xwedî siyasetin û dibin xwediyê kesayetek siyasî. Ev yek jî ji pêwistiya parastina mafên rewayên neteweyê Kurd derdikeve pêş.

Di van hilbijartinan de gerek taybetî li bajarên Kurdistanê, kesayeta berbijêrin şeredariya baş bêzanîn. Eger kesayetek Kurd û Kurdistanîbe û doza Kurdan de xwedî helwest be gerek pişgiri were kirin. Li vê derê partî ne gelekî girîngin, kesayet derdikevin pêş.

30.11.2023

Nêrîn / Şirove

Back to top button