Fidel Castro îdolê çepên kurd
Fidel Castro pêşewayî Kuba yê dîrokî di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Termê Castro li ser wesiyeta wî şewitandin û wê xweliya wî li hemû Kubayê bigerînin.Ji bo Castro fermi rewrismek tê kirin.Fidel Castro ji bo xelkê Kubayê lîderek girîng bû. Welatên rojava û Amerika ew wek dîktatorekî nav dikiriran. Castro li gel Che Guevara şoreşa Kubayê pêkanî.Navê Fidel Castro û Che Guevara di nava şoreşger û sosyalistên kurd de jî gelek popûler bû. Ev her du nav di demekî ji bo çepên kurda ji Qazî Muhamed, ji Barzanî û Şêx Seid gelek girîngtir bûn. Nayê zanîn gelo ev yek ji nezanina çepên kurd dihat pêş? Yan jî nenaskirina wan ya dîroka xwe û van lîderan?Roj bi roj rastiya Fidel Castro jî derdiket holê, dostek nêzik yê Tirkiye û hevalbendek mezin yê Sedam Huseyin heyranê Îranê bû.Dengê çepên kurda qet nebihîst. Ew ji xwere dibûna bûk û zava. Lê dostaniya qatilên gelê Kurd dikira. Gelo divê em çewe li vê pirsê wek kurdekî bibînin? Ev jî bila di wijdana çepên Kurd de bê muhakeme kirin.Qeysê dîwarên malên çêpên kurd de weneyên Fidel Castro û Che Guevara heyî yê serok û pêşewayên Kurda tunebû. Yê bi sedan pêşmergeyên qehreman nebû.Qeysê ew dihatin gotubêj kirin û naskirin, ew kas serokê Kurdan nedihatin naskirin.Belê ev jî demek bû. Dixweyê pêwiste mirov berê xwe nasbikê û berjewendiyên doza xwe bide pêş girînge. Herweha heta mirov xwe nas nekê û rastiya xwe nebîne kesekî din jî rastî nas nake.Pêwiste mirov bi çavê xwe li cîhanê temaşe bike.


