DAÎŞ êrîşê hêzên Îsrail kir

Li gora medya Îsrail di navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên Îsrail de şer derket. Ev cara yekem ku terorîstên DAÎŞ êrîşê dibin ser Îsrail û li gel hêzên ewlehiya vî welatî rû bi rû şer dikin.Li gora agahdariyan li devera girên Golanê di nava axa Îsrail de çekdarên DAÎŞê êrîş kirin û baregehên leşkerên Îsrail topbaran kirin.Ev êrîş ji aliyê hêza Şuhadayên Yermûk a girêdayê DAÎŞê ve hate pêkanin. Piştî şerderket frokeyên cengî yên Îsrail rabûn û DAÎŞ bombebaran kirin û di encamp de hêjmarek çekdarên DAÎŞ hatin kuştin.Di debrê vî şerî de, berpirsek bilind ê Artêşa Israîlê got: Di encama şer û bombebaranê de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, lê belê Artêşa Israîlê ti ziyan nedît.

Nerîna min :