Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di vekirina Foruma TRT World 2024an de axavtinek kir.
Fîdan diyar kir ku pergala navneteweyî pirsgirêkên siyasî, leşkerî, aborî û hawirdorê bi xwe re tîne û got ku em ji bo van kêşeyan di qonaxeke jeopolîtîk a krîtîk re derbas dibin.
Fîdan da zanîn ku djiberî her ku diçe kûr dibe û got, “Pergala li vir me ber bi vê yekê ve dibe, ku me ber bi hevalbendên nû ve dikişîne. Ji ber vê yekê endezariya ewlehiya navneteweyî lawaz dibe.”
Fîdan bal kişand ku, li Rojhilata Navîn û li herêma Asya Pasîfîkê çek zêde bûye û wiha got: “Ev yek dibe ku dinyayê bigihîne keviya zinarekî, heta xetereya şerê nukleerî bibe.”
Fîdan der barê pevçûnên di navbera hêzên cîhadîst ên bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam ên li Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê de rû didin nirxandinek kir û got, “Tirkiye di pevçûnên li Helebê de cih nagire, tedbîr tên girtin.”
Fîdan got, “Em nakevin di nava tu çalakiyekî de ku bikaribe bibe sedemê pelek nû ya benabera.”