Fidan: Me bi tundî bala Îranê kişand
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan derbarê mûşeka ku li Tirkiyeyê hatiye xistin de got, “Me ji wan re got, ‘Bala xwe bidinê nekevin navtu serkêşîyekî de.'”
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan piştî “Civîna Nefermî ya Konseya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Dewletên Tirkî” ya li Stenbolê pêk hat daxuyanî da. Derbarê pevçûna berdewam a di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de, Wezîr Fîdan zimanekî tund bi kar anî.
Wezîrê Karên Derve Fidan diyar kir ku piştî ku mûşeka ku ji Îranê hatiye avêtin vê dawiyê li Tirkiyeyê hatiye xistin, wan bi rayedarên Îranê re axivîne û got ku wan Îran hişyar kiriye. Wezîr Fîdan got, “Me mijara mûşeka ku li Tirkiyeyê hatiye avêtin bi wan re nîqaş kir. Em ê nekevin nav provokasyonê.” “Me ji Îranê re got, ‘Hay jê hebin, nekevin nav serkêşîyê de’.”


