Li Şingalê, fermanarekîî Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd bû.
Cîgirê fermandeyê tabûra sêyemîn a girêdayî lîwaya 8 a Pêşmerge, albay Dilşad Ezîz şehîd bû.
Sekreterê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, ew nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got, rast e îro êvarê eqîd Dilşad Ezîz li Şingalê şehîd bû.
Hat gotin ku ew fermandeyê Pêşmerge ji aliyê nîşangerên DAIŞê ve hatiye şehîdkirin.