Cîhan
Fermandarek ê pasdarên Îranê hat kuştin

Eqîd Huseyîn Alî Cavîdanfer ê endamê Artêşa Muhafizên Şoreşê li herêmeke nêzî sînorê Îran û Pakîstanê di encama êrîşekî de hate kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa Îranê, li ser rêya Zahedan-Haşê ya li eyaleta Sîstan-Belûcistan a li başûrê rojhilatê welêt, di êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar de Eqîd Huseyîn Alî Cawîdanferê ku endamê Artêşa Muhafizên Şoreşê ye hat kuştin.
Ev êrîş piştî ku Îranê ragihandibû ku wan li kampên rêxistina bi navê Ceyş el-Adil ku li heman herêmê kar dike li Pakistanê xistiye.