Fermandarê pêşmerge Seyar çû ser dilovaniya xwe
Seyar Sakik 20 sale li Kurdistana Başûr dijiya û pêşmergeyek yê hêza zêrevanîbû. Seyar sakik fermandarek hêja û berbiçav bû.Seyar ji berî 4 roja ji bo sedemên tenduristî çû ser dilovaniya xwe. Li ser daxwaza malbata wî termê şehid Seyar li bajarê Duhokê li Başûrê Kurdistanê spartin axê. Seyar Sakik, birayê Sirri Sakikê serokê şeredariya Agirê yê ye. Sirri piştî şehadeta birayê xwe hat Kurdistana Başûr û xwest termê birayê xwe bibe Bakurê Kurdistanê li Muşê veşêrin. Lê daxwaza jin û zarokên seyar ew bû ku ew li Başûr bê veşartin.Li ser şehadeta Seyar Sakik birayê şehid Sirri Sakik di hesabê xwe yê Twitterê de got: Seyarê min wek navê xwe diyar diyar geriya. Ji dûrê welatê jê dayîk bûyî, li Başûrê Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe. Me birayê min li niştimana bira spart axê.