Civak

Fermandarê HSDê serxweşî li serokê Kurdistanê kir

Fermandarê HSDê, Mezlûm Kobanî bi minasebeta koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî piştî mehek ji pêketina bi Coronayê, roja Çarşemê, 18.11.2020 li nexweşxaneyeke li Enqereya paytexta Tirkiyê koça dawî kiribû.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî bi boneya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Roja 19ê Cotmeha borî, piştî encamdana pişkinînê, derketibû ku parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî bi Coronayê ketiye, û ji ber rewşa wî ya tendirustî ya giran, ew ji bo Tirkiyê hatibû veguhastin, ku duh serê sibehê, di temenê 42 saliyê de, koça dawî kir.

Back to top button