Polîtîk

Ji bo doza KCD li Diyarbekir 16 parêzer hatin girtin

Vê sibehî zû di çerçova doza Kongreya Civaka Demokratik de(KCD) bi fermana dozerê Diyarbekirê operasyonek hate kirin û 16 parêzerên endamê baroya Diyarbekirê hatin binçav kirin.

Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin di hesabê xwe yê Twitterê de da xûyakirin ku, vê sibehê demjimêr 00.5ê de polisa li malên hevalên me lêgerin kirine û di encam de 15 hevalên me hatine binçav kirin.Bi îdiaya ku navên wan di belgeyên KCDê de derbas dibin ew hatine girtin.

Li gora agahdariyan navê parêzerên ku hatine girtin evin:

Bunyamin Şeker, Abdulkadir Güleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, İmran Gökdere, Diyar Çetedir, Serdar Özer, Özüm Vurgun, Feride Laçin, Gevriye Atlı, Resul Tamur, Cemile Turhallı Balsak, Ahmet Kalpak, Devrim Barış Baran, Neşet Girasun, Sedat Aydın û Şivan Cemil Özen 

Back to top button