Cîhan

Fermadarek pile bilind yê Hemasê li Libnanê hate kuştin

Tevgera Hemasê ragihand ku fermandarê yekîneya El Qasam Xalid Ehmed el-Ehmed li bajarê Seydayê yê Lubnanê hatiye kuştin.

Hemasê ragihand ku Xalid Ehmed el-Ehmed, bi navê kod Ebû Îbrahîm, yek ji fermandarên baskê wê yê leşkerî, Lîwayên Qassam, îro danê sibê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li bajarê Seydayê yê Lubnanê hatiye kuştin.

Hamasê di daxuyaniyekê de got ku êrîş dema ku ew ji bo nimêja sibê diçû pêk hatiye û got, “Em bi serbilindî û rûmeteke mezin ji şehîdê xwe xatir dixwazin. Xwîna wî dê rêya me ya berxwedanê ya li dijî dagirker bêtir ronî bike. Rejîma Siyonîst dê ji ber vê xwînê hesab bide.”

Back to top button