Felsefa jîyana Barzanî bingehê rêbaza netewiye

Ez hêdî tu awayî û tu caran nekevim zindanan. Ez bêm kuştin , bêm parçekirin ez nakevim zindanan û di bin destê valiyek zalim de ez rih nadim(namırım). Min bi vê felsefê dest jiyanê kir. Mirin heye lê teslîm bûn tuneye. (Barzanî)

Dara Bilek

Barzaniyê nemir,sembola berxwedana netewê Kurd, ji berî niha 43 sala rojek wek îro ji nava me bar kir.Barzanî kar û xebata xwe, kesayet û berziya xwe, pêşmergetî û siyaseta xwe, bi rehm û kerameta xwe ji bo tevgera azadixwaza Kurdistanê bû rêbazek. Rêbaza Barzanî demana serkeftin û destxistina mafên netewiye. Ji bo vê yekê gelek kirînge ku,ev rêbaza pîroz bi awayek rasteqînî û zelalî bû zanîn û ji nivşa bighe nivşên din.

Behskirina Barzanî nirxandina dîroka berxwedana neteweyê Kurd a 50 salane. Navê Barzanî di nava Kurdan de dihata weteya hizrên netewî û Kurdistanî.

Nav û kesayeta  Barzanî li gel dîroka tekoşîna neteweyê Kurd ve tê rojevê. Barzanî xwedî felsefek a jiyanê gelek taybetî bû. Rojnemevanek Tirk dî sala 1970 ê de, li gel Barzanî hevpeyvênekî dike. Barzanî di beşek vê vê heypeyvêne de dibêje: “ Temenê min 10-12 sal bû. Min nizanîbû gotinên Azadiyê û Edaletê tên çi wateyê. Min li kolanan wek stranekî goh dida gotina Azadî, Edalet, Wekhevî û Birayetiyê. Me tenê prensîbên van gotinan ên dihatin gohên ji ber kiribûn. Me we dizaniya ku, ev gotinên hanê yên straneki ne. Ji ber vê yekê jî , me ev gotin li kolanan wek stranekî digotin. Lê di wan deman de jî, di bin navê azadiyê de azadiya xelkê ji destên wan dihate standin. Bi navê edaletê insan bê sedem ji xwere mere dihatin dardekirin. Di bin navê wekheviyê de kismek insan dihatin parastin û kismek jî di zindanan de ji hal diketin. Ji xwe bi navê biratiyê bira bira dikuşta. Ev bû warê ku ez têde dijiyam. Di qonqxek halê de min çavên xwe li dinyayê vekirin. Di vî warî de min şîrê diya xwe di zindanan de mêht(xwar). Di vî warî de min li deriyê Musilê, cesedê birayê xwe yê mezin dardekirina wî temaşe kir. ”

Barzanî berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje: “… Ez li ser pişta hêstirekî siwarbûm. Mitala min hemî li ser birayê min bû. Ew cesedê wî yê dardekirî tu caran ji ber çavên min ne diçuya. Min wî akilê xwe yê kiçik ji xwere digot. “ Şuna mirov neheqî bê dardekirin, bila mirov li çol û çiya bibe xwarina guran” Di vê gavê de min soz da ku; ez hêdî tu awayî û tu caran nekevim zindanan. Ez bêm kuştin , bêm parçekirin ez nakevim zindanan û di bin destê valiyek zalim de ez rih nadim(namırım). Min bi vê felsefê dest jiyanê kir. Mirin heye lê teslîm bûn tuneye. Vêca çareseriyek tinê ya van tiştan hemuyê hebu. Mayina serê çiyan…” ( Rojnama Tirkî TERCUMAN..hevpeyvîn li gel Barzanî, 18 . 04. 1970 )

Barzanî bi vê felsefa xwe ya jiyanê bû heviya daxwaziyên neteweyekî. Çend xalên girîng di kesayeta Barzanî û xebata wî de hene gerek mirov behsa wan bike. Yek ji wan ewe ku, Barzanî di aliyê civakî de milletê Kurd gelek baş nasdikir. Nirxên milletê kurd, heviyên wan û jiyana Kurdan ya rojanê fam kiribû. Şîn û şahiyên gel dizanîn. Her wek din di civata Kurd de role malbatê baş dizanî, di hemî pêwendî û biryarê xwe yên siyasî de her demî nirxên civata Kurd baş şirove dikiran û gor vê yekê jî tevdigeriya.Eger mirov baş partiya ku Barzanî ava kirî, PDK(Partiya Demokrat a Kurdistan) tehlîl bike di bingehê vê partiyê ne li ser tu ideolojîyek biyaniye , yan jî tenê ne li ser siyasetek xweser hatiye danîn. Ev partî li ser bingehê jiyana civata Kurd hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî gelek caran ev yek ji teref “ronakbîrên “ Kurd ve nehatiye fam kirin û ev parti bi kevneperestî yan jî tiştên din hatiye itham kirin. Lê di rastiya xwe de bingeh li ser sosyolijiya milette Kurd hatiye avakirin. Yanî milletê Kurd çibe , ev partî jî ew e.

Siyaset û kesayeta partiya Barzaniyê nemir, bû wek nasnama miletê Kurd. Her weha di aliyê leşkerî de, Barzanî cardin rêxistinek leşkerî taybetî li gora mercên Kurdistanê yên civakî û cografî avakiriye. Rêxistina leşkerî (Pêşmerge) di çebîna xwe de hemî taybetmendiyên Kurdistanê xwedî dike. Yanî ev rêxistina leşkerî ne kopiyak ji deverek din bû. Dixweyê ku serkeftina Pêşmergeyan di warên lêşkerî de, girêdayî şeklê çêbûna rêxistinî bû. Ev yek jî, ji zanebûna Barzanî ya leşkerî tê. Barzanî Kurdistanî bû. Wî li gel hêzên hemî devletên ku Kurd bindest kirîn Şer kiriye. Herdemî arikariya tevgerên din yên Kurdistanê kiriye. Heta gelek caran di van tevgerên din yên Kurdistanê de rolek taybetî leyiztiye. Rolê Barzanî di avakirina Komara Mahabad de ji teref Kurdan ve baş tê zanîn.Herweha hevdîtinên wî li gel Şex Seid û pewendiyên li gel Rîxistina Xoybon (1930), bûn sedemek bingehîn ku Kurdên Bakur jî xwe bilivînin.

Barzanî yekitiyek netewî di nav Kurdan de peyda kiribû. Şoreşa Îlona pîroz bandora xwe li hemî beşên Kurdistanê kirî bû, helwest û zanebuna Barzanî welê kirîbû ku, herkesek li dora vê Şoreşê bicive. Wek tê zanîn her demî nakokî di nav miletê Kurd de gelek bûn.Barzanî gelek bi hustayî dikariya van nakokiyan şirove bike û bi awayekî xortbûna nakokiyan kêm bike. Dijminên gelê Kurd piralîbûn herdemî ewan hewl didan ku nakokiyan di nav milete Kurd de peyda bikin û nakokiyên heyî jî xortir bikin da ku tevgera Kurd aloz bikin û bikujin. Lê zanabîna Barzanî her demî plan û leyiztikên dijmin xirab dikiran û rê nada ku ew ser bikevin.

Barzanî her demî di qada şer de refên pêşîde bû. Ewî tu caran pişta xwe nedayê şervanên azadiyê. Her dema şer hebû ew serê şerde bû tifenga wî li milê wî bû. Dema mirov berê xwe didiyê, di qonaxa şoreşê de Barzanî Kurdistan terk nekiriye. Hemî pêwendiyên xwe di Kurdistanê de Baregehê xwe de pêkdianiyan.Barzanî di pêwendiyên xwe de gelek xwedî şexsiyetek mezin bû. Tu caran bazar li ser berjewendiyên millete xwe nekiriye û her demî di bingehê pêwendiyên Barzani de berjewendiyên milletê Kurd hebûn. Gelek siyasetmedar, rojnemevan û kesayetên biyanî dema behsa kesayeta Barzanî dikin, wî wek sembola  milletê Kurd dibînin û wek sembola serxwebûna gelê kurd dinirxinin.

Di hemî hevtitinên xwe de muheqek bandorek li yê himberê xwe kiriye.Barzanî gerek her demî, kiryarên xwe û tekoşîna xwe ya 50 salive bête şirovekirin. Eger mirov ji rastiya Kurd dûr bikeve û Barzanî şirove bike tu caran mirov nagihe rastiya Barzanî.

Cihê dilxweşiyê ye , di roja me de Barzanî û rebaz a wî çêtir tê fam kirin. Famkirina rêbaza Barzanî fam kirina doza tevgera rizgarixwaz a Kurdistanêye.Rebaza Barzanî xwedî naverokekî pir zengîne.Bingehê rêbaza wî, li ser Netewetiyê, niştiman perweriyê, demokratbûnê,aşitiyê, azadiya û kesayetek serbixwe hatiye avakirin.

Li gora baweriya min rêbaza Barzanî ji bo hêzên hemî beşên Kurdistanê demana serkevtinêye. Kurtahî, Barzanî serokek neteweyî yê mezin, pêşmergeyek qehreman, siyesetvanek bilind, dîplomatek jîr û kesayetek sembola serbixwebûnê bû. Ji bo van taybetmendiyên rêya Barzanî,  bûye rêbazek siyasî û bingehê xetek netewî di aliyê hizrî û siyasî de.

Lê mixabin ev yek heta wek îro bi awayên cuda tê gotubêj kirin.Di rastia xwe de keseyetak siyasî eger xwe li ser rêbaza Barzanî bibîne û welê xwe bide naskirin. Divê li gora pîvanîn bingeha rêbaza Barzanî tevbigere.Ew kesayet nabe derewa bike, nabê kesek bê bextbe, nabê berjewendiyên xwe yên kesayetî li ser berjewendiyên netewî re bigre, nabê siyasetê de fetla bide xwe, nabê bi kîn û nefret li himber kesayetên din di nava hewldana de be. Nabê bi tu awayî xwehrûvacî be.

Rêbaza Barzanî rêbaza kesayetên niştiman perwer û dirûst e. Rêbaza Barzanî rêbaza Kurdistanibûyê ye. Ew kesayetên pîvanên rêbaza Barzanî pêk neynin û xwe li ser vê rêbazê bidin naskirin tenê xwe difikirin, melaqin û wê rêbaza pîroz ji bo xwe dikin pêlek ji bo berjewendiyên kesayetî destvebînin. Rêbaza Barzanî rêbaza kesên xwedî şexsiyet û di nava civatê de xwedî ehtubare.Dema barzani li bîra mirov be, mirov zû bi zû di derbarê doza netewî de xeletiyan nake.Ji bo her demî pêwistî bi nirxandina vê rêbaza pîroz heye , da ku xebat li ser reyek rast û berjewendiyên milletekî de be.

Di roja me de, partiyên ku rêbaza barzanî ji xwe re kirîne bername, di seride jî PDK divê her demî vê rêbazê bi bîra xwe bîne da ku tujî xeletiyan nebin. Nabe bi tenê gotin wek şîarekî gotina Rêbaza Barzanî bê gotin. Divê ev rêbaz bi naverok werê têgihandin . Di hemû gavên ku têne avêtin de, gerek li gora pîvanên vê rêbazê bin. Wek Barzaniyê nemir di felsefa jiyana xwe de gotî; divê Azadî, Edalet, Wekhevî û Birayetiyê di rastiyê de bê cih anîn. Wefadarî stûnek bingehîn a felsefa jiyana Barzanî bû. Gerek her gavê ev yek li bîra her alî û kesayetek bê ku îdia dike li ser vê rêbaza pîroz diçe…

1.3.2022


Bersiv :

Nêrîna te
Nav: