Cîhan

Faîk Zeydan: Herêmên serbixwe yekrêziya Iraqê tehdîd dikin

Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîk Zeydan li dijî fikra avakirina navçeyên serbixwe yên li Iraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) nerazîbûn nîşan da û got ku ev yek yekîtî û ewlehiya Iraqê dixe metirsiyê.

Çavdêrên siyasî yên li Bexdayê jî amaje bi wê yekê dikin ku xala 119 ya Destûra Bingehîn a Daîmî ya Iraqê ya ku di sala 2005an de bi referanduma gel hat pesendkirin, hatiye binpêkirin.

Li gor nûçeya Şerqul Avsat, Zeydan di hevdîtina ku bi parêzgarê nû yê El-Enbarê Mihemed Nûrî El-Kerbulî û serokê meclisa parêzgehê Omer Meşan Debbus re pêk anî de ev daxuyanî da.

Li gor daxuyaniya Desteya Bilind a Dadweriyê, dadwer Zeydan di dema diyaloga xwe ya bi desthilatdaran re hewl daye ku helwesta xwe weha rave bike:

“Rastiya erdnîgarî û netewî ya Herêma Kurdistanê berî ku Destûra Bingehîn a Iraqê bikeve meriyetê hatiye avakirin. Di sala 2005an de, piştî dagîrkirina Kuweytê, di 1991ê de bi bandorên neyînî yên siyasetên neserkeftî yên rejîma berê derket holê. Herêma Kurdistanê xwediyê statuyek taybet e ku ji aliyê hemû gelên Iraqê ve hatiye naskirin. “Fikra avakirina herêmên din li her herêmek Iraqê tê redkirin, ji ber ku yekîtî û ewlehiya Iraqê dixe metirsiyê”.

Back to top button