Polîtîk

Di manîfestoya Partiya DEM de ‘xweserî’ ya siyasî û îdarî tê xwestin

Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) di daxuyaniya xwe ya hilbijartinên herêmî de, ku plan û projeyên ji bo rêveberiyên herêmî cîh digire, ragihand ku ewê ji bo ‘xweseriya siyasî, îdarî û aborî ya rêveberiyên herêmî’ têbikoşin. Rêveberiya Partiya DEM diyar kir ku ewê ji bo rakirina parêzbendiyên di Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de têbikoşin, soza hevserokatiyê û şaredariya pirzimanî da.

Girîngiya li ser Xweseriyê û Peymana Ewropî ya Rêveberiya Xweseriya Herêmî Di beşa sozên deklerasyonê de, ku tecrubeyên rêveberiyên herêmî yên di siyaseta Kurd de jî cîh girtibû, xweseriya ku siyaseta Kurd di pêvajoya çareseriyê de gelek caran anîbû zimên hatin destnîşankirin.  Hin mijarên ku wê namzetên Partiya DEM ji bo bicîhanîna wan têbikoşin di daxuyaniyê de weha ne:

“Rêveberiyên Herêmî yên Partiya DEM;

-Ji bo rakirina astengiyên li ber Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê û peymanên din ên hiqûqa gerdûnî parêzvanî û têkoşînê dike.

-Ji bo birêxistinkirina aboriya herêmê lêkolînan dike.

-Şaredariyê ji nêzîkatiyên zayendperest û hiyerarşîk azad dike.

-Di jiyana civakî de girîngiyê dide derkenar, yextiyar, zarok û komên dezavantaj.

-Pêwîstiya gel a ji bo jiyana azad a çanda xwe wek yek ji xebatên xwe yên sereke dibîne.

-Şaredariya pirzimanî diparêze.

-Di rêveberiyên herêmî de xweseriya siyasî, îdarî û aborî diparêze”.

Peymana Ewropî ya Rêveberiya Xweseriya Herêmî çi ye?

Peymana Ewropî ya Xwerêveberiyên Herêmî, ku wek Peymana Ewropî ya li ser Desthilatdarên Herêmî jî tê zanîn, peymanek e ku ji bo îmzekirinê ji hêla Konseya Ewropayê ve hat vekirin û Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ji desthilatdariya navendî cuda dike. Tirkiye li ser peymana ku di sala 1988an de îmze kiribû, hin nerazîbûn nîşan dabû.

Soza kreşê bi zimanê zikmakî ji bo zarokan

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ger rêveberên DEM ji bo rêveberiyên herêmî bên hilbijartin, wê avakirina meclîsên gund û taxan teşwîq bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê ji bo zarokan kreşên bi zimanê dayikê bên vekirin.

Xizmetên şaredarî yên pirzimanî Di nava sozan de hinek soz ev in ku, kreş, qurs û projeyên çandî yên pirzimanî ji nû ve pêk bînin, ragihandin û daxuyaniyên xwe yên pirzimanî bidomînin, ji bo paraztin û pêşxistina zimanên Kurdî, Suryanî, Ermenî, Erebî û zimanên cihê yên herêmî bi avakirina Rêveberiyên Paraztin û Pêşketinê yên parêzgehan bixebitin.

Back to top button