Kultur

Qedexeya li ser şanoya Kurdî rabû

Qedexeya şanoya Kurdî ya bi navê “Qral û Travîs” a ku ji aliyê qeymeqamtiya navçeya Şîşli ya Stenbolê ve hatibû qedexekirin, hat rakirin.

Hat diyarkirin ku qedexe bi midaxeleya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya hatiye rakirin. Şanoya Kurdî ya bi navê “Qral û Travîs” a ku ji aliyê şanogerên Şano Ar ve daket ser dikê, ji aliyê qeymeqamtiyê ve pêşî li Dîlokê û piştre jî li Şîşliya Stenbolê hat qedexekirin.

Qedexekirina şanoyê li ser medya civakî bû sedema bertekên mezin. Siyasetmedar neçar man ku di derbarê mijarê de daxuyaniyan bidin û qedexe birin Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyê.

Wezîrê Karên Hundir însiyatîf girt

 Rojnameya Milliyetê di derbarê mijarê de diyar kir ku di encama însiyatîfa Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya de qedexe hat rakirin û got: “Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya got ku ‘Qedexeyek weha tune’. Biryara qedexeyê demildest hat rakirin. Şano wê li Şîşliyê bê lîztin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button