Polîtîk

Ezê pirsa kurd çareser bikim

Berbijêrê CHPê yê serokkomariya Tirkiye Muharem Înce di çerçova propagandeya xwe de hate Diyarbekirê. Xelkê bi girsehî pêşwaziya Înce kir. Wek tê zanin tu heyinek ya CHPê li Diyarbekirê tuneye. Lê qelebalixa ku di mitinga Înce de amade bûyî gelek bû , ev yek bû sedema nirxandinên cuda.Dixweyê aligirên HDPê gelek tevlî mitinga Înce bûn. Înce li Diyarbekirê cardin behsa pirsa Kurd kir û daxûyakirin ku ewê di çerçova demokrasiyê de vê pirsê çareser bike.Înce behsa operasyona Qendilê ya hukumeta Tirkiye jî kir û got: Ev operasyon ji bo hilbijartina tê kirin, Erdogan di nava tirsekî de ye û ji bo bê hilbijartin her tişte kî dike.   

Back to top button