Polîtîk

Ez wek kurdekî parlementera CHPê şermezar dikim

Mijara Birgul Ayman Guler

Min wek kurdekî û wek hevwelatiyek ya Tirkiye du rojan karî ez xwe bigrim û vê nivîsê nenivîsim.
Parlementera CHPê Birgul Ayman Guler li ser kursiyê parlementoyê roja borî axavtina ku kirî, hem ramanên xwe yên şovenî û faşîstî vereşiya û hem jî manîfestoya yana (klub) ku pêve girêdaye da diyarkirin.

Me car bi carê ji hinek frakansên cuda, ji hinek aliyên bijare û ji hinek nivîskaran ev gotinên bi vî awayî seh dikiran.

Me jî wek piraniya civatê gelek mereq dikira ku ka serkaniya vê behna pîs jî kû derdikeve.Di dawiyê de li cihê herî bi rûmet yê vî welatî de parlemntera birêz deng da. Mejî çavkaniya vê şovenîzmê naskir.

Ev xanim di zanyariya siyasî û îdara dewletê de heta profesoriyê bilind bûye. Parlementera me gotina “Netewe“ û “Millet“ kiriye şorbeyek welê tevlîhev û me jî radeya wê ya zanyarî û kariyera wê ya akdemîk fam kir.

Lê ji berî her tiştekî xwediya van gotina dema jinek be, armanca gotina xirabkirina avakirina aşitiyî be ev mirov birîndar dike.

Ji ber ki jin di civakê de beşa herî bi zîz(hesasin)in. Di hemû şer û hevçûnan de jin ji herkesekî behtir zererê dibînin û diêşin.

Ewên di dilê wan de cihê eşa kesek din nebê û insanên din ji xwe biçûktir dibînin insanên din yên cuda bihasibînin ew temsila çi dikin?
Destur erka temsîlê bide yekî û ew kes qîmetê vê nizanibe û kesên ku wekaleta wan dike(yani bi navê wan di parlementoyê de ye) ji xwe biçûktir bibîne, ewê çewe bikaribe bibe dermanê birînên vê civatê.

Bila civaka Tirkiye veca vê yekê bifikire.
Ez, Birgul Ayman Guler ji bo gitinên gotî şermezar dikim û hêvî dikim ku ew jî bikaribe bi nêrxên mirovatiyê yên xwezayî tê bigihe.

Gülşen ORHAN

 

Wergera ji Tirkî: Rojeva Kurd/N.F

Back to top button