Cîhan

Ez balyozê li Enqere wek nûnêrê Amerika nabînim

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di serdana xwe ya Sirbistanê de behsa krîza navbera Tirkiye û Amerikayê kir û gotinên gelek tund di derbarê Amerikayê de gotin.Erdogan di derbarê kriza nevbera herdu welatan de got: Ji berî her tiştekî dixwazim bijim ku ev prisgêrêk ne ji me destpêkiriye. Failê vê pirgirêkê Amerika bi xwe ye. Li Enqere balyozek biryarê distîne û dibêje “ min ev biryar bi navê welatê xwe standiye“ev yek gelek balkêşe. Eger balyoz ev biryar bi mezinên xwe re axavtibe û dabê, tiştek ku em bêjin tuneye. Lê eger ev biryar bi serê xwe dabê ez bim wî seetekî li cihê wî nahêlim.Dadgeh û polisên Tirkiye kesek bi tohmeta FETO girtiye. Li ser îfadeya wî biryara girtina kesek din hatiye dayin. Dixweyê hinek leyiztik li konsulusxaneya Amerikî ya li Stanbulê têne leyiztin. Ev sîxûr çewe ketin nav konsulusxaneya Amerîkî?Kî ew li wê derê cih kirine?Divê li ser vê bê sekinanin.Tu dewlet misade nakê ku ajanek wan tehdît bike.Dewleta Tirk ne dewleta qebilaye tecrubek me dewletbûnê heye.Em rê nadin tiştek bi vî awayî.Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got. Balyozê Amerika yê Tirkiye John Bas, niha dixwaze xatira ji me bixwaze, lê ne ez, ne serokwezîr û nejî serokê parlementoyê wî nabine . Ez vekirî bêjim ez wî wek nûnerê Amerika li Tirkiye nabînim.

Back to top button