Erdogan naxwaze rewş asayî bibe
Financial Times a Amerikî di derbarê pêwendiyên Tirkiye û Amerikayê de nirxandinek kir. Herweha behsa gavên ku Amerika li himber Tirkiye bavê je kir.Nirxandin ji aliyê nûnerê rojnameyê yê Tirkiye Mehul Srivastava hatiye kirin.Di nivîsê de hatiye ku, piştî darbeya 15ê temuzê 20016ê Erdogan behtir bi awayek qewmi hereket dike û herweha helwesta Erdogan li himber welatên Rojava gelek bi tun bûye. Ev sedemeke ku Amerika van helwesta digre. Rojname dide xûyakirin ku ev pêwendi roj bi roj xirabtir dibe.Ji aliyek dinve, Erdogan dixwaze Amerika Fethullah Gulen radesti Tirkiye bike û Tirkiye ji bo ku Amerika çekan dide YPGê gelek rexna dike. Herweha girtina karsazek hemwelatiyê Tirkiye û Îranê li Amerika sedemek yê krizê ye. Rojname dibêje babetek herî girin ewe ku, dema bloka Amerika li ser Îranê heyî Tirkiye bi rêya firotina zêra ev yek şkinandiye.Rojname dibêje: Siyaseta dijberiya Rojava li nava Tirkiye de kêr karê Erdogan tê. Lê eve demeke berpirsên Amerikê ji helwesta Erdogan ne rihetin û vekirê behsa vê yekê dikin. Heyva bûrî dema rdogan serdan Amerika kirî, serokê Amerika Trump gotibû ku Erdogan dostê mine.Lê dixwaeyê li himber Tirkiye sebra Washington nemaye.Di vê derbarê de balyozê Amerika li Enqere yê berê Selim Kuneralp dibêje:Divê ev gotinên tund neyên gotin û rewş demek nêzik de asayî bibe, lê Erdogan ne ew kesê rewşê asayî bike .Herweh di nirxandinek din de behsa rewşa Tirkiye û herêmê tê kirin û dibêjin ku zarokên gelek berpirsên AKPê li Amerika zaningeha de dixwinin, ev pirsa vîzeyê bandorek mezin lê wan dike û ev jî dibe sedemk ku herkes aciz bibe.