Nivîsar

EY MIROV

Ez û tu berî deh hezar û sed hezar salan, ji neh mehan carekê me li ser axa Cîhanê çavên xwe vekir. Ne axa min, ne ya te û ne jî ya wî, doh ya me bû, îro jî ya me ye. Ev cîhan ya me hemûyan e, ya bav û dayika min û te ya pîr û kalên me ye. Bi hezar salan wekhevî li ser jiyan em.

Ey mirov, te bi destên xwe parçe parçe kir ev cîhan.

Devê birîneke kûr di kezeba cîhanê de vekir. Were carekê binêre,

xweza çiqasî dewlemend e. Axa zeviyan tijî ye bi libên gulgeniman.

Lê ev çi tazîbûn û birçîbûna mezlûman. Newal û kanî tijî ne bi ava çeman. Lê ev çi tîbûn û ziwabûna lêvan.

Ey mirov, te azadî ji destê min û xwe girt. Axaftin li bindestan qedexe kir. Lê nema tu dikarî tunebikî hebûna zimanê şêrîn û qedîm, hebûna dîroka kevnar. Te li ser axa pîroz jiyan li min herimand. Axa bi hezar salan li ser jiyam, nema tu dikarî ji destên min bigirî. Gora ku cendekê min di hembêza xwe de veşartî. Kevirê li ber serê min hatî danîn û navê min li ser hatî nivisandin, nema tu dikarî rakî û tunebikî.

Goştê min dê bihele, di bin axa gora min de. Dê bibe tovê hêşînahiyê wek kulîlkên gulîstanan bi hezar rengan ji nû ve zîl bide. Li ser qefesa axa zêrîn, li ser çiya û zinaran, li deşt û zozanan dê bipişkive.

Dîsa dê derbibe ava kaniyan û bi xuşexuşî biherike.

Ey mirov, ez dergûşek çarmehnî di malzaroka dayika xwe de,

bi xwîna canê wê ya germ mezin dibim û wek gula kesk û sor û zer dipişkivim. Di zikê dayika xwe de serfîraz û azad digerim.

Hewl didim bigihêjim meha xwe yê nehan û bibînim ronahiya cîhanê, bijîm di xweşiyê de.

Ey mirov, tu bûyî kujer, bûyî cinawirê xwînmij, kefterê harî dirantûj.

Min hê negirtibû pêsîra dayika xwe, hê nemêtibû şîrê spî. Te bombe barand li ser serê dayika min de, te gule berda sîng û berê min û wê. Te mal li me wêran kir, te em fetisandin, giyan ji me sitand.

Ey mirovê heramzade, mirina min ya bi hezaran, li ser çiya û zinaran axîn dikişand bi qêrîn û nalînan. Di bin peşkên barana dijwar de,

li nav serma berfa cemidî, ling û çok li min diqerisî.

Beden dilerizî, dev û lêv ditevizîn. Ji ber berjewendî, dilreşî, hovitî

û bêdadmendiya te dikim hawar û gazî. Ma tu çima ewqas xêrnaxwez î?

Tu li ser axa min difirî û bi qedera jiyana min dilizî.

Ez ê hilweşînim zagonên bextreşiyê

Biqelişînim dîwarê rûreşiyê

Biqetînim zencîra koletî û bindestiyê

Li xwe bibexşînim azadî û serbestiyê

Li bax û gulîstana dilovaniyê  

Bireşînim tovên hezkirinê

Daçikînim dara evînê

Biherikînim ava aramiyê

Bipişkivînim gulên ken û şadiyê

Bigerînim dîlana bextewariyê

Û

Ez ê dagirim û binoşim

meya eşq û serfîraziyê

Xizan Șîlan

2001

Stockholm

Back to top button