Ewên li Silêmaniyê ji erdê ve alîkariya dronan dikin kî ne?
Endamekî Lijneya Asayîş û Berevaniyê li encûmena nûnerên Iraqê gumanên derbarê hebûna alîkariyê di navbera dronan û kesên li xwarê li devera Silêmaniyê aşkera dike ku ji ber wê endam û berpirsên PKKê bi asanî dibin armanca êrîşên dronan.
Duh 23.08.2024ê dronekî nêzîk Seyîdsadiqê otomobîlek kir armanc û ji ber wê du endamên PKKê yên bi navên Hêro Behadîn û Gulistan Taran jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyê xwe ve Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî di tora xwe ya civavkî facebookê de nivîsek bi navnîşana ‘’Bomebarana otomobîla Seyîdsadiq û Gumanek…’’ belav kir û diyar kir: ‘’Bi ti awayekî şer û rêyên çareseriya leşkerî nabe sedemê çareserkirina ti nakokiyekî. Herwaha encamekî wisa jî jê dernakeve. Li gel wê jî mixabin PKK wek partiyek ne bixwe ti derfetek ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyê hiştiye û ne jî nûnertiya kurdên Tirkiyê dike û ne jî baweriya wê bi çareseriya pirsa kurd heye. Ji ber ku rêxistineke ecêb jê derketiye ku her heyamekî bangeşeyê bo tiştekî dike û hemû siyaseta wê jî di berjewendiya Tirkiyê de ye. Herwaha ziyanê dide kurdan û belge jî ew e her roj bo rojê navçeyekî Kurdistanê radest dike. Herwaha PKK rê nade ti partiyekî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku rêya çareseriya aştiyane ji bo pirsa kurd li wî beşa Kurdistanê pêkbê.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Em dişewitin ji ber ku ciwanên kurd roj bi roj zêdetir dibin sotemeniya şerekî ku qet di berjewendiya kurdan de nîne. Herwekî ku li gel me jî cîhê pirsê ye! Ew kî ne li devera Silêmaniyê ji erdê ve alîkariya dronan dikin û wan destnîşan dikin? Mafê herkesê heye wê pirsê bike; Gelo ti odeyeke operasyonên veşartî ya hevbeş li gel artêşa Tirkiyê li wê devera YNKê heye ku erkê karên ser erdê jê re hatibe dayîn? Ji ber ku wekî ku em dizanin di heyama borî de bi dehan rêveber û endamên PKKê li Silêmaniyê bûn armanca êrîşê. Çima heta naha ti lêkolîneke rasteqîn derbarê vê mijarê de nehatiye kirin û hemû bi hin polemîk û bangeşeyan û rondikên tîmsahî ji bo qurbaniyan dawî pê hatiye?’’
Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê dibêje, guman tineye ku ew cure karên leşkerî ‘’Bê hemahengiya li ser erdê zehmete bên kirin. Ji bo wê xelk jî mafê wan heye guman ji hebûna alîkariya li erdê bikin. Ew guman jî dê gelek zêde bin û dema xelk dibîne partiya desthilatdar a Silêmaniyê û çapemeniya wê û piraniya kirêgirtiyên wê partiyê di cîha lêkolîna li bûyeran bikin û rastiyan ji bo xelkê aşkera bikin, tên êrîşî wî û yê din dikin.’’
Herwaha dawiyê de jî xelkê Silêmaniyê hişyar kir û hêvî xwest ku xelkê devera Silêmaniyê bi giştî wê rastiyê têgeheştibin ku partiya desthilatdar li sînorê xwe eger ji bo demekî jî bi awayê taktîkî dostaniyekî demkî li gel PKKê kiribe, yan jî berpirsên wê partiyê bi cilûbergên PKKê xwe derxistibin pêş; ‘’Naha rewş guheriye û dibe ku ewên duh xwe bi wî rengî nîşan didan îro ji bin ve li dijî PKKê rêkeftin kiribin. Ji bo wê jî ya baş ew e xelk ji PKKê û endamên wê dûr bikevin, ne ku bi awayekî nepenî û veşartî odeyekî operasyonên hevbeş bi kiryarî çalakiyên din jî li dijî PKKê bikin û xelk jî li ber wî agirî bikeve.’’