Civak

"Ew dîmen"

Car caran vegotina sûretekê, dîmenekê an awirekê, berdêlî hezar rûpel û vegotinê ye. Ew dîmen jî, ji me re têkoşîna 100 salî vedibêje. Têkoşîna nemiran, mêrxasan, egîdan. Hîn bi dilekî yeqîn, saf, paqij û zelal. Ew dîmen dîrok e, serbilindî ye, şanazî ye. Ew dîmen duh û bêtir îro û bêtirîn sibe ye. Ew dîmen berbanga gelekî, berdêla jiyanekê ye.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, di merasîma 730 qurbaniyan de, çû ber tabûtekê, cok şkand û lêva xwe bire ser ala rengîn. Wek melekê tawuz zarîf, wek zarokekî mehçûp, wek egîdekî serbilind. Dîmen yek bû lê di nav xwe de xwedan hezar wate bû. Bikî nekî ne pêkan e karibî ew dîmenê vebêjî. Jixwe ne hewceye jî, ew dîmen her tiştî hîn zelal vedibêje…     

Back to top button