
Di dîdarekê de ku, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bû, nûnerê taybetiyê serokê Rusiyayê di axavtinekê de fêkxweşiya xwe li hemebr serdana herêma Kurdistanê nîşan da û behsa peywendiyên dîrokî yên navbera her du gelên kurd û rusî kir. Herwesa nûnerê serokê Rusiyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn got ku herêma Kurdistanê di geşpêdaneke lezgîn deye û pêşerojeke geş li pêşiya wê ye:
– Ev serdana me, ji bona ku em digel berprisên herêma Kurdistanê têkeliyên xurt û bihêz di navbera her du terefan de ava bikîn, derfeteke başe .
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanêm, tevî ku bi germî bixêrhatina şandeya rusî kir, kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku heyeteke Rusiya federal li ser astekê bala serdana herêma Kurdistanê dike û got ku ew jî nîşana wê yekê ye ku Rusiya dixwaze têkeliyên baş û domdirêj, di warên cuda da, digel Kurdistanê ava bike.
Nêçîrvan Barzanî ji heyeta rusî re behsa rewşa herêma Kurdistanê di warê aramî û derfetên karkirinê de kir û got:
– Nuha jîngeheke minasib heye ku Rusiya federal bi qebareyekî mezintir bihête herêma Kurdistanê .
– Em di qonaxa guhestinê de ne û em bi hemû îmkanên xwe hewil didin xwe rêkbixîn û li ser rêyeke minasib warê siyasî, demokrasî, geşepêdana welat, perwerde, tendirustî û rewşa civakî li herêma Kurdistanê pêşbixîn.
Di dîdarê de her du aliyan behsa peywendiyên dualî, pirsên aktueli di rojeva siyasiya Îraqê û herêmî de kir û serokê herêma Kurdistanê got:
– Herêma Kurdistanê dîrokeke dirêj a peywendiyan digel Moskovayê heye, Rusiya federal piştî sala 2003ê, ji wan welatên yekemîn bû ku konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekirî, ew jî pira peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Rusiya federal bû.
Di majreke din de, serokwezîrê Kurdistanê û heyeta Rusiya federal behsa pirsa enerjiyê, qanûna neft û gazê û dabeşkirina dahatiniyê neft û gazî kir. Di vê çarçoveyê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got:
– Siyaseta me siyaseteke dirust e, ji ber ku em li gor destûra Îraq tevdigerin û armanca me jî ewe ku em samanên welêt ji bo xweşiya jiyana hevwelatiyan û pêşerojeke geş bo welêt bikarbînin.
Her li ser mijara neft û gazî, şandeya Rusiya federal siyaseta herêma Kurdistanê a di warê neftê de bi tecrûbeyeke serkeftî weif kir.
Di dawiya dîdara digel şandeya bala a Komara Rusiya Federal de, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got:
Herêma Kurdistanê weke herêmeke federal û herêmeke aram li Îraqê, deriyên wê ji bo hilbirînê û çalakiyên bazirganî ji bona geşepêdana herêma Kurdistanê û berjewedniyên duterefî vekirîne. Em piştevaniyê li hebûna kompaniyên Rusiya federal dikin û em dixwaz in bi awayekî aktîv di warê cihê de beşdariyê bikin