Dengir Firat: Gelê Kurd şibandine heywanan
Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê yê berê Dengir Mîr Mehmet Firat, di televizyonê de anî ziman ku, 160 sale gelê Kurd wek, yên bi 4 ling û yên garis dixwin tên dîtin, ji ber vê ku çi were serê Kurdan girîng nayê hesibandin. Îdia kir ku komkujiya Roboskiyê li dijî AKPê provakasyoneke û got, “pêwiste ji yên girtî û yên bi wan re ne were pirsîn, kê ev komkujiya kiriye.”
Dengir Firat, qala, di dîrokê de, di derbarê Kurdan de têgeheke çawa heye kir û di dema Osmaniyan de behsa mareşal Osman kir ku, wî ji bo Kurdan gotiye xaîn û yên li ser 4 lingan. Dîsa dibêje, em werin 100 salî şûnda, em werine 1946 an. Îcar em heman têgehê ji devê Serfermandari Giştî yê Tirkiyê Kazim Orbay dibihîzin. Dema ku qala serhildanên rojhilat dike, dibêje, “wateya hebûna xwe di mistek garis û cehe xwerinê de dibînin, wana qet komarê nizanin, naxwazin bizanibin jî.”
Dengir Mîr Mehmet Firat, li ser pirsekê dibersivîne ku îro jî li hemberî Kurdam ew têgeha hîn heye û wiha dibêje, “dema mirov li dîroka nêzik mize dike jî gellek bûyerên mîna Roboskiyê dibîne. Ez êşeke mezin ji bo ev xortana dikişînim, lê dema li dîrokê mêze dikî ev qetliamana her tim hatiye dubarekirin. Lazime ev têgeha were guherandin.”