Rusya bi fermî Barzanî vexwend Moskova
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Mîxayîl Bogdanof Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsya û şanda li gek kir ku ji Yurî Şempiranî Serokê Yekîtiya Berhemhênerên Nefta Rûsî û Cîgirê wî û Konsolê Rûsya li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de, di derbarê pêwendiya du qoliyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê û pêwîstiya geşepêdana wan bi awayeke ku xizmeta berjewendiya bilinda her du gelê dost bike hate guftûgokirin. Li vî derbarî de Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyaya Federal yê Karubarê Rojhilata Navîn ji bilî gihandina silavên serkirdayetiyê Rûsya, nameyekî Wezîrê Derveyê Rûsya pêşkêşî Serok Barzanî kir ku têda bi awayekî fermî daxwaz lê dike serdana Rûsyaya Federal bike û serdan jî li nîvê duyema îsal da bê encamdan.
Her wiha Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyaya Federal ragihand ku Moskowa bi girîngiyeke mezin temaşa vê serdana Serok Barzanî dike û daxwaz û hêviyeke mezin jî heye ji bo çespandina bingehên bi hêzên vê pêwendiya dîrokî û eve jî ragihand ku xelkê Rûsya hevsoziyekî mezin li gel gelê Kurdistanê da heye bi taybetî li gel Serok Barzanî.
Raste welatê wan heta niha li pêşxistina wan pêwendiyan de kêmterxem bûye lê belê niha dema wê yekê hatiye gelek bi ciddî kar li ser pêşxistina pêwendiyan bê kirin. Bi taybetî ku niha Herêma Kurdistanê bi sedema siyaseta hekîmaneya serkirdayetiya Kurd bûye cihê balkişandina hemû welatên cîhanê. Ji bo wê yekê me biryar daye bi hemû şiyanek ve li hemû waran de hevkariya Herêmê bikîn, bi taybetî warên neft, xaz, aborî û bazirganî û Rûsya jî li benda destnîşankirina Serok Barzanî ye ku pêgehekî xwe ya taybetî li cem Rûsan û li cem Kurdên Rûsyayê heye û bi Serokê xwe dizanin.
Paşê birêz Yurî Şempiranî Serokê Yekîtiya Berhemhênerên nefta Rûsya sebaret bi çawayiya pêşxistina warê neft û xaz plana yekîtiya xwe rûnkir û behsa siyaseta wan waran kir ku li Kurdistanê da tê peyrew kirin û bi siyasetekî serkeftiyane da zanîn û ragihand ku hatina Yekîtiya Berhemhênerên Nefta Rûsya balkişandineke ji bo hatina hemû kompaniyayên Rûsya bo Herêma Kurdistanê ku îro pêgehekî xwe ya pir girîng li navçeyê da heye.
Serok Barzanî ji bilî qebulkirina dawetnameya Serkirdayetiya Rûsya, balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera her du gelê Kurdistan û Rûsya û rûnîkir ku bingeheke hevbeş û hevsoziyekî zêde wan pêkve digihîne û daxwaza Herêmê jî ya berfirehkirina asoya pêwendî û hemahengî û kûrkirina pêwendiya dostane li gel Rûsyaya Federal da dûpatkir. Her wiha li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa rudaw û pêşhatên siyasiyên li ser asta Iraq û navçeyê jî hate guftûgokirin.