Nivîsar

Celal Talebanî jî di encamê de got “hawar” !

 

Demek dirêj e ku di navbeyna serokwezîrê Iraqa Federal Malîkî û Hikûmeta Kurdistanê de pirsgirêk zêdê bibûn. 

Lewra Serokwezîr Malîkî siyasetên dema Baasê yên faşîzan û metîngehkarî dimeşîne. 

Ji bona ku li Kerkukê referandûm çê nebe hewil dide û astengiyan derdixe. 

Gorî makezagonê tevnagere, ji kurdan re dijminitî dike. Ji bona ku sîstema federal xerab bibe û hilweşîne; demokrasiyê ji holê rake; desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê kêm bike, heta ji holê rake siyasetên qirêj dimeşîne.

Ji peymanên Herêma Federe ya Kurdistanê re hirmet û rêz nagre. Ev peymanên ji aliyê desthilatdariya Kurdistanê de pêk hatine, dixwaze ji holê rake. 

Bi kurtî mirov dikare bibêje ku serokwezîrê Iraqê dixwaze ku desthilatdariya Kurdistanê bê fonksiyon bike û Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake. 

Li gelek herêmên kurdan ji bona ku kurd dest ji herêmên xwe berdin, li wan herêman hejmara ereban zêde bibin siyaseta “erebkirinê” dimeşîne.

Li bajerokên siyaseta “erebkirinê” tê meşandin: Celawlê, Saîdîye, Mendelî û Cebarê ye. Serokwezîr ji bona ku li wan bajerokan siyaseta “erebkirinê” bimeşîne li herêmê leşker zêde dike. 

Piştî ku di navbeyna Hikûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê de gelek danûstandin çê bûn, pêşmergê çûn wan wan bajerokan. Lê pêşmergê neketin bajaran, bes li hewirdora bajaran cîwar bûn. 

Hezar mixabin vê yekê jî di rewşa herêmê de û di siyaseta serokwezîer Malîkî de guhertinek çê nekir. Ew siyaseta erebkirinê û zordariya li ser kurdan dom kir.

Beriya pêşmergê bên herêmê 250 kurd hatibûn kûştin. 800 malbatên kurd jî mecbûr bûbûn ku li Celawleyê koç bikin. 

 

Ew pêvajoya koçkirinê li herêmê dom dike.

Gundên li herêmê vala bûn jî hene. Ew gundan: Mİhemed Heyder, Esrê û Zergoşê ne.

Zarokên herêmê bi tirs diçin dibistanan. Li herêmê terorîst desthilatdar bûne û polîs jî, alîkariya gel ne terorîstan dike.

Gor rûniştvanên van bajerokan heger pêşiya erebkirina herêmê nayê girtin, kurd dê di herêmê de bibin kêmnetewe. Heta rûniştvanên herêmê diyar dikin ku bi tirs derdikevin kolanan û bazaran. 

Ew rewşa bi vî awayî dom bike piştî demekê kurd dê li wê herêmê bikevin bin bandora ereban.  

Serokwezîrê Iraqê di van rojên dawî de atraksîyonek pêk anî û gavek hîn mezin û xeter avêt. Ji bona ku bandora xwe li Kerkukê zêde bike û referandûma ji bona Kerkukê binpê bike û di nav wextê de çênebûna referanûmê pêk bîne, çû li Kerkukê civîna hikûmetê pêk anî. 

Wezîrê kurd beşdarî civînê nebûn.

Piştî civîna hikûmetê li Kerkukê, 20 hezar jî polîs şand Kerkukê.

“Hikûmeta Malikî wekî hikûmeta dema Sedam Hisênî li hemberî Kurdistanê dest bi danîna ambargoya petrolê û zordariyê kiriye. Nakokiyên Kurdistanê û Iraqê her roj kûrtir dibin.”

Bi kurtî mirov dikare bibêje ku serokwezîrê Iraqê, li hemberı kurdan û Kurdistanê şerekî dimeşîne.

Serokwezîrê Iraqê Malîkî ev siyaseta xwe ya xeter û qirêj bes li hemberî kurdan nameşîne, li hemberî suniyên ereb jî dimeşîne. Di derbarê serokekî suniyan de û cîgirê Celal Talebanî de biryara hepisê wergirt. Nûha jî ji bona girtina wî bi rêya enterpolê bultena sor da derxistin.

Pirsa Haşîmî pêşî di navbeyan Hikûmeta Kurdistanê û Malîkî de û nûha jî di navbeyna Tirkiyeyê û Iraqê de bûye pirsgirêkek mezin. Lewra Haşîmî nûha li Tirkiyeyê.

Malîk gorî siyesata xwe ya hûndir, siyasetek herêmî û navneteweyî jî dimeşîne. 

Her çiqas Emerîkayê û hevalbendên wê bûn sedem ku şîî û Malîkî gor demokrasiyê û hilbijartinek azad li Iraqê bibin desthilatdar jî, nûha ji Emerîkayê dûr siyaset dimeşîne.

Bi Îranê û Suriyeyê re siyasetek û pêwendiyek stratejîk dimeşîne. 

Ji bona ku Tirkiyeyê bi erebên sunî û desthilatdariya Kurtdistanê re xwediyê pêwendiyên baş in, ji Tirkiyeyê re dijminitî dike. 

Bi welatên ereban yên din re jî, di çarçeweya hesabên Suriyeyê û Îranê de dijminitî dike.

Ev siyaseta Malîkî ya navneteweyî û herêmî jî li dijî sîstema federal û demokrasiyê ye.  

Ev siyaseta navneteweyî ya Malîkî di heman dem de li dijî berjewendiya Herêma Federe ya Kurdistanê, felsefeya avabûna Dewleta Federal ya Iraqê û makezagonê ye.

 

 Bi tevayî jî li herêmê li dijî berjewendiya miletê kurd e.

Li hemberî siyaseta faşîzan û xeter û qirêj ya Malîkî Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, gelek vekirî, di rêyeke wîjdan, edalet û demokrat de têkoşîn kir û mûxalefet meşand. 

Piştî ev muxalefeta xwe, beriya ku biçe Emerîkayê gelek aşkere diyar kir ku “Miletek heta dawî bi awayekî parçebûyî jiyana xwe nikare dom bike. Elmanya minakek ji vê rastiyê. Du milet jî heta heta bi hev re nikarin bijîn. Çekoslovakya jî ji bona vê minakek e. Çekoslovakya welatekî federal bû, bû du dewletên serbixwe. Kurdistan jî welatekî parçebûyî ye û miletê kurd jî parçe bûye. Di encamê de ev rewşa û statuya jî heta heta dom nake. Rojek dê bê Kurdistan û miletê kurd jî dê yekîtiya xwe çê bikin. Heger serokwezîrê Iraqê Malîkî ji siyaseta xwe ya faşîzan û metîngehkarî dest ber nede, kurd ne mecbûr in ku heta heta bi ereban re bijîn. Em wê demê diçin gelê xwe û bi rêya referandûmê qedera xwe tespît dikin.”

Hezar mixabin demek dirêj e Celal Telabanî her çiqas wek serokkomar desthilatdar û ji serokwezîr berpirsiyar e jî, vekirî li dijî Malîkî rêya hiqûqî ne meşîne û  pêşiya Malîkî negire. 

Bi ew helwesdta Celal Talebanî di nav kurdan de şik çêbû ku Celal Talebanî ji bona nêzikî Suriyeyê û Îranê ye, li hemberî Malîkî helwest nîşan nade, desthilatdariya xwe ya serokkomarî bi kar nîne.

Min ev nêrînên xwe di TRT 6ê de jî gelek aşkere diyar kirin û min di  gelek nivîsên xwe de jî ev pirsan anîn ser zimên.

Bi taybetî helwesta Celal Talebanî li hemberî dewleta serbixwe ya Kurdistanê balkêş û xeter bû. Hîn ew xeteriya jî ji holê ranebûye.

Baş e ku di van rojên dawî de, di helwesta Celal Talebanî de jî guhertin çêbû. Lewra YNKê jî, raste rast nebe jî diyar kiri bû ku ji siyaset û helwesta Celal Talebanî kêfxweş nîn in.

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî jî di encam de got “hawar” û li hemberî Malîkî qerta sor nîşan da.

“Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî duhî bi daxuyaniyeka nivîskî got “Iraq di rewşeka pir xirab de ye û krîza siyasî her ko diçe kûrtir dibe û dewlet bi xwe jî dike ko ji hev bikeve. Talebanî bangî hemî aliyan kir ko zû bicivin û rêyeka felatê bibînin.

Celal Talebanî got dema ku wî serokkomariya Iraqê li xwe girt wî wekî şertekî ji hemî hêzên siyasî xwest ku li ser piştgiriya wî hemfikir bin û wî jî soza daye ko li hemberî hemî aliyan bêteref be. Talebanî dîsa got ku rewş her ku diçe xirabtir dibe. Dîsa dibêjim, vê rewşa xeternak pêwistî bi civîneka lezgîn heye da em li ser maseyê wekî brayan bi hev re diyalogê bikin. Ez bawer dikim ko bi destpêkirina diyalogê dê nakokî, nelihevî û alozî kêm bibin. Ji bo wê jî ez careka dî bang li hemî dostên xwe yên ko ji aliyê milet ve hatine hilbijartin dikim ku banga min qebûl bikin çimkî ev banga min ji bo xizmeta welat û niştimanê û parastina ewlehiya welatî ye.”  (Nefel)

Celal Talebanî beriya ku vê helwestê diyar bike, istîfaya xwe ya serokkomarî da serokê Kurdistanê. Ev helwesta wî, wek jestek û helwesteke xurt ya piştgiriya Hikûmeta Kurdistanê û Serokê Kurdistanê hat şirove kirin. 

Ez jî di wê nêrînê de me.

Ev helwesta ji aliyê YNKê de jî wusa hat şirove kirin. Hat diyar kirin ku “krîza Iraqê van hefteyên borî gihîşte qonaxeke aloz û nakokiyên di navbera aliyên siyasî gihîşte rewşeke bitirs. Serok Talebanî û Barzanî li peywendî û danûstandinên berdewam de bûn. Ew îstifanameya Mam Celal ya ji posta serokkomariya Iraqê nîşana wê yekê ye ko çi pirs ji berjewendiyên gelê kurd ne bilindtir in û ew berjewendî jî di xizmeta Iraqeke demokratîk û federal de ne.” (Nefel)

 

Amed, 27. 05. 2012

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Back to top button