Polîtîk

Hikumeta AK Partî divê dev jê parastina qetilan berde

 

 

Li ser qetliama Roboskî 5 meh derbas bû. 

Serokkomarê Tirkiyê, serokwezîr û berpirsên hikumet û AK Partî gelek caran ragihandin, ku bûyera hanê were vekolînê, berpirsan werîn eşkere û dadigeh kirinê.

Lê belê, ne tenê di vî warê da çu gav nehatiye avêtin, her usa karbidestên dewletê dixwazin qetlîema roboskiyê bidine ji bîr kirinê. Zabitên Tirk yên navçe, gefa malbatan qurbanan dixwin û ji wan dixwazin, ku dev jê vê meseleyê berdin. Bi tavanê “qaçaxçi” û “êrîş kirin li ser Qaymeqama Uludere” derheqa gelek gundiyan da deva hatiye vekirin.

Serokwezir û Wezirê Navxweyiya Tirkiyê, ku di duxuyaniya xwe ya li ser getlîema Roboskiyê da, heqerek li Kurdan kiribûn, di vê dawiyê da dibêjin, ku “xortên, ku hatina kuştin, qecaxçi bûne, alîgîrê PKK bûne û navçe jî navçeya teror e. Bona vê yekê jî rûdana bûyerên hanê tiştekî asayî ye.” 

Berpirsên hikumeta AK Partî bi vê gotinê xwe ve bûne mertala qatilan.

Halwesta hanê ya hikumeta AK Partî, nişana naveroka serdema hostatiya vê partiyê ye.  

Halwest û gotina dawî ya berpirsên Hikumeta AK Partiyê nişan dide, ku di serdema hostatî da, partiya hanê guhê xwe nade bangawazên aşitîxwaz, zimanê tundûtijiyê bi kar tîne.

AK Partî qewl dabû, ku sîstema dewletê bigore. Lê belê, şuna ku sîstemê bigore, xwe gorî û ji bona çareser kirina pirsa Kurd siyaseta dewletê, siyaseta tundûtijiyê girte ber, ku siyaseta hanê ne tenê keşeyê Kurd çareser nake, her usa aloztir û tevlihevtir dike.

Erdoxana serdema hostatî, her usa pozbilind e, zimanê wî tîj û tehl e. Erdoxan çendek berê digot “emê dijî terore şer bikin, ligel siyasetê jî giftugo bikin.” Behsa muzakere li gel BDP û hevditîna MİT ligel PKK kiribû. Îro jî hemu prensib û bînamayên exlaqa siyasî binpê dike û dibêje, ku “BDP bêbext e”. 

Zimanê hanê ji bona veşartina tundûtijiya dewletê ye, veşartina zilm û zordariya hêzên ewlekariya Tirk e. Zimanê hanê ne zimanê giftugo ye, zimanê tundûtijî ye.

Li Tirkiyê, binbesta tundûtijiyê, ku astengeka herî mezin e li peşiya proseya aşitî, demokrasî û diyalogê, herku diçe kûrtir dibe. Bûyer û peşhatiyên berê nişan didin, ku tundûtijî nikare pirsan çareser bike. Ji bona vê yekê erkê derketin ji vê binbestê, ya hikumeta AK partî ye. Bona vê yêkê:

Hikumeta Ak Partî, divê dev jê ziman û siyaseta tundûtijiyê berde, pêşiya operasyonên leşkerî bîgre, ji bona rê xweş kirina diyalog û giftugo gavan bavêje;

Hikumeta Ak Partî, dev jê gotina “me zirarê qurbanên Roboskiyê qerebo kir, êdî çi dixwazin” berde û berpirsên vê qetliame eşkere, daxwaza lêborinê ji malbatan bike;

Hikumeta dev jê êrîş û heqaret li siyaseta legal a Kurd berde, ligel terafan bi şiweyê samîmî giftugo bike;

PKK divê dev jê çalakiyên çekdarî berde. Ji ber ku xebata çekdarî her usa zirarê digihine kurdistana Başur. Ji bona vê yêkê PKK dive guhê xwe bide bangawazan, agirbes rabigihine û li ser stratejiya xwe ya xebatê çekdarî bifikire.

Bi baweriya me, bê beşdariya hêzên, ku wekhevî û dadperwerî dixwazin, kêşeye Kurd nayê çareser kirin. Ji bona vê yekê jî divê hêzên hanê destê xwe bidine hevdu, zext li ser Hikumeta Ak Partî bikin, dijî çalakiyên PKK, ku zîrar digîhîne sîvîlan, derkevin û li ser daxwaza ragihandina agirbes pêgir bin.

30 Gulan 2012

PSK-Partiya Sosyalist a Kurdistan

 

Back to top button