Polîtîk

Malikî heta du rojan diçe

Sebah Saidî endamê serbixwe yê parlementoya  Iraqê yê ser bi Hevpeymanîya Niştîmanî ve daxuyaniyek taybet da PNA û got: ´´ Di kombûnên vê dawîyê ya serkirdeyan de, biryar hat dayin ku, heger çaksazî nehê kirin wê ber bi guhertinê ve biçîn. Li gel vê çendê ku maweyek bo çaksazî di xalên kombûna Hewlêrê de hatibû dîyarkirin, belê ji alîyê Hevpeymanîya Niştîmanî ve bersiveke rohn nehate dan.´´

Sebah Saidî herwisa got:´´ Piştî hingê dîsan nameyek din bo Hevpeymanîya Niştîmanî hat şandin, ji ber ku mafê Hevpeymanîya Niştîmanî ye posta serokê wezîran werbigire, her ji ber vê çendê daxwaz hat kirin kesek din li cihê Malikî dîyar bikin, belê cemserên Hevpeymanîya Niştîmanî bi taybetî Dewleta Qanûnê ew daxwaz piştguh xistin û ew yek jî bûye hokarê ewê çendê ku kombûneke din bi amadebûna serok komar bê sazkirin da ku rêkarên destûrî bo standina bawerîyê ji malikî bine wergirtin. Niha jî ev pirs tenê girêdayî demê ye û tişteke din nîne.´´

Endamê serbixweyê Hevpeymnaîya Niştîmanî herwiha tekezî kir û got:´´ di vê maweyê de ku di berdestê Hevpeymanîya Niştîmanî de ye û mafê wane pêş ewê demê ku bawerî ji Malikî bihê standin, kandîdek bo cihê Malikî dîyar bikin, her ji ber vê çendê Hevpeymanîya Niştîmanî derfetek di ber dest de heye. Di vê maweya navbera îşev heta sibê şev, gerek kesek din bo cihê Malikî dîyar bikin, bo evê mebestê jî kesê xodan şîyan di evê lîstê de hene.´´

Sebah Saidî di dawîya bêjedana xwe de ji PNA re got:´´ cîbicî kirina destûr û guhertina desthilatê bi awayeke aştîyane yek ji bingehên destûrê ne û heger bixwazin ji destûr û prosesa demokrasîyê vegerin, ewa hingê ew bi xwe encamên qanûnî û sizayên wê dê bigirine s er milên xwe.´´

Back to top button