Temenê rejima Esad kin bû

 

Piştî komkujiya Hule li Suriye pêvajoyek nû destpê dike. Heta niha helwesta Emerîka û welatên  Yekitiya Ewropa li dijê rejima Suriye ne zelal bû. Baweriyek hebû ku wê rejima Esad bi pêkanîna hinek reforman pirsa Suriye çareser bike.

Ji aliyek din welatên  wek Rusya û Çînê vekirî pişgiriya rejima Esad dikira. Li herêmê jî  welatên Ereban di çerşova Emerîka û YE nêzikî pirsa Suriye dibûna . Di rastiyê de ne xwedî helwest bûn. Tirkiye vekirî dijitiya rejima Esad dikir û dixwest bi awayekî midaxeleya Suriye bête kirin. Îran û Nurî Malikî jî pişgiriyek vekirî didan rejima Esad.

Projeya nûnerê YN Kofi Anan bû heviyek ji bo wan welatên ku helwesta wan ne zelal û Rejima Suriye jî ev proje wek dirêjkirina temenê xwe nirxand. Lê li Suriye kuştin  berdewam bû. Herî Dawî komkujiya Hula hate kirin û tevî mezina 50 zarok jî di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî  bûyera Hule welatên Yekitiya Ewropa destpêkirin  Balyozên Suriye ji welatên xwe derêxistin. Kofî Anan hevdîtinek li gel Beşar Esad pêkanî û têgiha ku ev rejîm her dê kiryarên xwe yên xirab û kuştinê berdewam bike. Rusya dîtina xwe bi awayekî guhert. Niha li Herêmê de Îran maye. Ne Îran ne jî Nurî Malikî naxwaze rejima Esad têkherê. Sedema vê diyare û sedama bingehîn pirsên mezhebîn e.

Faransa vekirî behsa midaxeleyk leşkerî dike. Dema midaxeleyek leşkerî pêkwerê rejima Suriye  têk diçe.Yan jî heta dawiyê li berxwe dide û xwe dide derdora devera Latiqiyê û di hemi imkana xwe li tenê li wê deverê li berxwe dide. Tê zanîn ku ihtimala parçebûna Suri jî heye û rejima niha dê bixwaze dewletekî li herêma ku Alewî lê bi cihin ragihîne.

Lê tişta ku heta niha dixweyê rejim bi hemdê xwe ji dev desthilatê bernadê. Ew rejima ku bête ruxandin jî tu hêzek namine ku tiştek din ava bike û heta di qada navnetewî de bazarekî bike.

Piştî ruxandina rejimê di Suriya Nû de çi bibe pirsek dine û pirsa herî girîng e. Opozisyona Suriye ne li ser heve û dengên cuda hene. Hêja opozisyona Suriye hemû li ser ruxandina rejimê ne hemfikire. Îro di nava opozisyona Suriyê de rêxistin yan jî kutla herî bi hêz û bi rêxistin Birayên Misilmanin. Yên din piraniya wan kesayetin û hinek rêxistinin ku tu hêza wan berbiçav tuneye.

Rewşa Kurdan cudaye. Kurdên Kurdistana Suriye di  ENKS de hatine ser hev û yekitiyek hêja pêkanîne. Kurd li Suriye dizanin çi dixwazin. Ji derê ENSK kurdên heyîn di rastiyê de nizanin çi dixwazin di piraniya helwestên xwe de ji berjewendiyên kurdan wêdetir berjewendiyên hinek rêxistina diparêzin. Ew hêzeke ku tişta ji wan tê xwestin dikin.

Ji bo vê yekî pêşeroja Kurdistana Rojava di hêzbûn û yekitiya ENKS de ye. Li Suriye kurd ji hemû kes û hêzên di nav opozisyona Suriye de rêxistintirin û behtir dizanin çi dixwazin.

Bêgoman dê rojên pêşiya me de awayê gotubêjan jî li gora guhertinên di rewşa siyasî de peyda bibin dê bêne kirin.

30.05.2012

D.jêlî

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: