Rusya li dijî Mudaxelekirina Suriyêye
Cîgirê Wezîrê Karêderve yê Rusyayê Gennady Gatilov diyar kir ku, Rusya li dijî ji derve de mudaxelekirina Suriyêye. Gatliov got, ji bo gaveke nû a Konseya Ewlehiya Navneteweyî hîn zûye.
Berê jî Çîn û Rusyayê, biryara ambargo bikaranînê a Neteweyên Yekbûyî a li hemberî rêvebiriya Suriyê weto kiribûn. Ev jî tê wateya ku Rusya, wê biryara Konseya Ewlehiyê weto bike.
Berdevkê Wezîrê Karêderve yê Çînê jî gotibû, Pekîn naxwaze li dijî Suriyê mudaxeleyeke leşkerî pêk were û naxwazin ku rejîm bi fişara derve were guherandin.
Niha tê xuyakirin ku, plana Kofî Annan, ji bo çareseriyê bes nekir. Piştî komkujiya li Hulayê rejîma Esad pêk anî, Annan çûbû Suriyê û bi Beşşar Esad re hevdîtin pêk anîbû. Her çiqas Çîn û Rusya mudaxeleyê nexwazin jî, muhalifên dijî rejîma Suriyê 48 saet dane Kofî Annan ku gavên ber çavan biavêjin.
Tê zanîn duh jî Tirkiyê 72 saet dabû Suriyê ku sefîrên xwe vekişîne.