Polîtîk

Ev ne hilbijartina Kurda ye

Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomariya Tirkiye û parlementoya Tirkiye têne kirin.Di derbarê hilbijartinan de gelek gotin hatin kirin, nirxandinên cur bi cur hatin kirin û hilbijartin bi awayek piralî hate şirove kirin. Her aliyekî yan jî kesekî li gora dilê xwe encam texmîn kirin. Lê gotina dawî piştî sendoq vebin dê diyar bibe. Gelek alî piştî hilbijartina sedeman serkevtin yan binkeftina xwe re dibînin. Ev yek jî ji edetê ye.Medya Kurdistana Başûr gelek giraniyek taybet da van hilbijartina, piranî pişgirya HDPê hate kirin û medya Başûr bû zemînek gelek berfireh ji bo propaganda PKK/HDPê. Vê yekî bandorek berbiçav li biryara xelkekî kir. Ji bo çi Medya Başûr ev helwest danî nayê zanîn. Eger ew bi xwe kurdeyatiyê bikin sedem, ew jî dizanin ne raste.Tiştek gelek vekirî heye ku, ev ne hilbijartinên kurdaye. Tu partiyek Krdistanî ku ihtimala barajê derbas bike tevlî hilbijartina nebûye. Kurda xwest platformek kurdî pêkbînin, lê HDPê rê neda vê yekê û ji xwe pêve kesek qebûl nekir.Cîhanê jî giringiyek da van hilbijartina, niha gotina dawî ewe ku ji bo kurda kîjan xêrbe ew çêbibe.

Back to top button