Civak

Ev Ne Êrîşa Yekan e Ne Jî Dawiyê Ye

 

Êrîş li ser Serokê Giştî a Partiya Komara Gel (CHP) Kiliçdaroxlu, berdewamiya siyaseta dewletê ye, ku di dema İttihat Terakki ve destpêkiriye armanca wê siyasetê jî kuştina dijberan e.

Îro tenê Kurd û şoreşger û demokrat û endamên pêkhateyên olî etnîkî armanca êrîşên hanê nîne. Her usa CHP jî, bûye armanca siyaseta hanê ku CHP xwe sosyal demokrat û damezrenerê dewleta Tirk dizane û yek jî demezrener û berpirsên siyaseta hanê ye,

Berpirsên êrîş li ser Kilicdaroxlu, ne ajaveger in, ne jî ev kesên ku li wî xistine daxwaz kirine, ku avahiyê, ku Kilicdaroxlu têda bûye, bêne şewitandinê.

Berpirsên rastî, bîr û hizr û siyaseta bi rêvabirinê ye, ku muxalifên xwe wekî dijmin dibine û dixwaze wana ji holê rake.

Berpirsên rastî, di hilbijartina Heremî a 31 Adarê da, gotara xwe li ser siyaseta hanê ava kirine û dijmintiya kurdan gihandine asta here bilind.

Berpirsên rastî ev hêz û kesan in, ku gava siyasetmedarên kurd, demokrat û şoreşgeran diketîn ber êrîşa hanê, bê deng bûne û piştgiriya êrişkaran kirine.

Wezîrê Navxweyiya Tirkiyê ye, ku gotibû “nehelîn endamên CHP beşdarê merasîma bi ax spartina şehîdan bin” jî berpirs e.

Êrîşa hanê ne êrîşa yêkan jî ya dawiyê ye.

Hikumeta AK partî, ku dema borî bi xwe jî qurbanê siyaseta hene bû, divê ji bîr neke, ku dibe, rojek ji rojan dîsa bibe armanca siyaseta hanê, divê berpirsên êrîşa li ser Kilicdaroxlu derxe meydanê bo bîrûrayê giştî eşkere bike.

Ger Serokkomar bi rastî dixwaze “hesînê sar bike”, ku ew bi xwe hesînê germ kiriye, bi gor xwesteka xwe ya hanê tevbigere û berê her tiştê divê derheqa pirsa Kurd da dev jê siyaseta tundûtijiyê berde, bona çareser kirina pirsa kurd bi rêka diyalogê gavan bavêje.

Em êrîşa li ser Kilicdaroxlu mehkûm dikin.

22 Avril 19

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button