Civak

Ev jî zarokin

Zarok zarokin, çi li Filîstîn, çi li Somalî çi li her deverekî li Cîhanê. Li Kurdistanê jî zarok zarokin. Mafê wan jî yê jiyanê heye, ew jî dixwazin bileyzin, bi keyfxweşbin. Sedem çi be bila be, ew kesên zaroka dikujin dewlet bin, dezgeh bin , kes bin çi bin bila ew bin dema zaroka dikujin ew kujerin destê wan tevlî xwîna zarokan bûye. Ew destên qirêjin û tu cara paqij nabin.

Bila Zarok li Filîstînê,li Somalî nemirin li bila li Kurdistanê jî nemirin.Bila li tu derê cîhanê zarok nemirin. Siyaset tucara li ser zaroka li ser xwîna zaroka nayê kirin. Siyaseta li ser xwîna zaroka tê kirin siyasetek qirê je.

Serokwezîrê Tirkiye, li ser zarokên Filîstiniyan siyasetê dike, behsa wan kuştina wan dike  dixwazê li Filîstînê zarok nemirin..Rast e bila nemirin her nûçeya kuştina zarokan li deverekî werê ew şermezariyek e ji bo mirovatiyê û ji bo cîhanê. Erdogan berçavê cîhanê hemiyê bi sedan insan ve serdana Somalî dike, ji bo zarok li Somalî nemirin bangî cîhanê dike.

Medya Tirkiye gotinên Erdogan li ser zarokan bi roja diweşînin. Dema Erdogan li Somalî li ser mafê jiyana zarokên Somalî diaxavt, balefirên Tirkiye li Başûrê Kurdistanê bombên jehr li ser zarokan kurda dibarand. Li Kurdistanê zarokên kurd, bi fermana Erdogan hatin kuştin.

Piştî kuştina zarokan li Kurdistanê, medya Tirkî tu nûçe  di vê derbarê de neweşand. Kesekî behsa zarokên Kurdistanê nekir. Mirovatiya wan jî ev qas e..
Erdogan li Somalî got: Mafê van zaroka jî yê jiyanê heye. Dema ev zarok dimirin hun çewe dikarin bi zarokê xwe şa bibin.

Rast e, mefê wan zaroka bi heta dawiyê jiyanê heye, jiyanek bi aram û azad heye. Dema em bi zarokên xwe şa dibin divê zarokên Somalî li bîra me be û em berpirsiyarên xwe yên mirovatî bînin cih.

Niha pirs eve: Gelo dema Erdogan fermana kuştina zarokên Kurdistanê dide û ew zarok bi bombên firokeyên Tirka tên kuştin.  Erdogan çewe dikarî bi neviyên xwe şa bibe?

Ev ne cara yekem e ku zarokê kurdan tên kuştin. Zarokê kurdal ji aliyê rejimên dagirker ve gelek caran hatine kuştin, Ji aliyê Iraqê, Îranê, Suri û Tirkiye ve hatine kuştin.. Di dibistan li ser wan de hatine hilweşandin, bi saxî sedan zarokê kurd hatine binaxkirin, bi hezaran çêkên kîmyavî hatine kuştin. Niha jî ji aliyê rejima Tirkiye ve li Kurdistanê zarok têne kuştin.

Gelo dema Erdogan li weneyê van zarokên di encamê êrîşa firokeyên Tirkan de hatîn kuştin dibîne çi difikire? Gelo dema wan termên parçe bûyî dibîne ji bo wî zarok çine?  Heta  niha di derbarê kuştina van zarokan de tu daxuyanî nahatine belav kirin.

Bihêlin bila zarok li hemî cîhanê, li Somalî li Filîstin   bijîn.. Lê bihêlin bila li Kurdistanê jî bi azad bijîn….

Ew zarok bûn temenê wan;  Solîn Şemal Hesen (4 salî), Sonya Şemal Hesen (6 mehî), Zana Hisên Mistefa (11 salî) û Oskar Hisên Hesen (10 salî) şehîd kirin.

D.Jelî

Ev jî zarokin:

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button